MXDŞ: Wê sala 2022’an bibe sala azadiya Rêber Apo

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ew komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Rêber Apo li ser hebûna xwe dibînin û ev peyam da: “Em soz didin ku heya Rêberê me dîlgirtî be emê berxwedana xwe bilind bikin. Em bawer in ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. MXDŞ’ê di daxuyaniyê balkişand ser hedef û armancên komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û ji bo 24’emîn salvegera komployê jî peyama azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da.

MXDŞ’ê di destpêka daxuyaniyê de balê dikşîne ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li hemberî civaka Êzidî û wiha berdewam dike: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û şagirtên wî bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar bûn. Ji bo parastina civak, çand, bawerî û axa xwe ya pîroz bi sedan şehîd hatin dayîn. Em wekî civaka Êzidî Rêber Apo hebûna xwe dibînin, ji ber ku bi saya fikrê azad ê Rêber Apo em li ser xaka xwe ya pîroz dijîn, xwe birêxistin dikin û daxwaza maf, azadî û xweseriya xwe dikin. Îro li Şengalê civaka Êzidî bi îrade û vîna xwe li ser paradîgmaya netewa demokratîk a ku Rêber Apo daye avakirin, xwe birêxistin dike û dibe hêz.”

‘Projeya Rêber Apo mifteya çareseriya Rojhilata Navîne’

MXDŞ’ê destnîşan dike ku ji ber bîrdoziya Rêber Apo li dijî pergala modernîteya kapîtalîst e, ev 23 sal in li Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de tê girtin û bi van gotinan rexne li saziyên pêwendîdar dike: “Tecrîda girankirî ku tê meşandin jî li derveyî hiqûq û qanûna mirovahiyê ye. Lê mixabin saziyên mafê mirovan, CPT û dezgehên eleqeder li hemberî vê rastiyê bêdeng in, bi erk û berpirsyariya xwe ranabin. Ger ku ji fikir û ramanê Rêber Apo netirsiyana, heya niha Rêbertî di zindanê de nedihat girtin. Herkes dizane ku projeya Rêbertiyê ya çareseriyê, mifteya çareseriyê ye ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.”

‘Êrîşî projeya xweseriya demokratîk a Rêber Apo tê kirin’

MXDŞ’ê di daxuyaniyê de her wiha balê dikşîne ser êrîşên li dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê û sedem û armancê van êrîşan wiha şîrove dike: “Li van herêman projeya netewa demokratîk tê pêşxistin û li ser vê hîmê pergala xweseriya demokratîk tê avakirin. Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê û hêzên navdewletî pêş dixe, ji plan û komploya li ser Rêber Apo ne cûda ne û berdewamiya vê komployê ne. Bi taybet komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber APO û komploya 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê, mînakên vê rastiyê ne.”

‘Sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo’

Di dawiya daxuyaniyê de jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê komploya li hemberê Rêber Apo şermezar dike û ji bo têkoşîna sala nû vê peyamê dide: “Em komplo û tecrîda li ser Rêber Apo li ser xwe dibînin. Bi dîrûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” û “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Em soz didin ku heya Rêberê me dîlgirtî be emê li ser piyan bin, têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Em heya dawiyê bawer in ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wê ev komploya bêbext a li ser hemû mirovahiyê têk biçe.”

Daxuyaniya MXDŞ’ê bi dirûşmeyên “Bimre Komploya 15’ê Sibatê”, “Bijî Rêber Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi encam dibe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button