Çavkaniyek: Armanca sereke ya serdana Mesrûr Barzanî Şengal bû!

Endamekî ji Şandeya Bilind a Şengalê agahiyeke girîng derbarê serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexda'yê û telefona Erdogan ya ji bo Sûdanî de eşkere kir û got: "Me weke şandeya Şengalê xwest peymana dijî Şengalê ya navbera Barzanî-Kazimî de hilweşe, lê Erdogan û Barzanî li dijî vêya ketin tevgerê û xwestin zext bixin li ser hikûmeta Sûdanî ji bo peymanê pêk bîne."

8’ê mehê şandeyeke paye bilind a ji hemû pêkhateyên Şengalê pêktên serdana paytexta Iraqê Bexda’yê kiribûn, bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û gelek lîderên hêzên siyasî yên Iraqê re jî hevdîtin kiribû. Di hevdîtinan de daxwaza hilweşandina peymana dijî Şengalê ya navbera PDK’ê û hikûmeta Mistefa Kazimî de li ser daxwaza dewleta Tirk hatibû îmzekirin, vegerandina koçberên Şengalê û ji bo avadankirina Şengalê xebat bên meşandin û îradeya pêkhateyên Şengalê naskirinbû.

Balkêşe piştî şandeya serdana Şengalê Serokkomarê Tirk Erdogan yekser bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axaftineke telefonî kir. Paşê li gorî daxuyaniya nûsîngeha Sûdanî jî mijara hatiye destgirtin mijarên ewlekariyê û daxwaza dewleta Tirk a qedexekirina PKK’ê li Iraqê bûye.

Li gorî agahiyeke girîng me ji endamekî şandeya Şengalê li Iraqê girtiye, sedema bilez û bez telefonkirina Erdogan ji bo Sûdanî, derbarê daxwazên şandeya Şengalê de bûye û got: “Me weke şandeya Şengalê hevdîtin girîng di asta herî jor de pêkanî. Nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê di şandeyê de hebûn. Ez jî yek ji wan nûneran bûm di hevdîtinê de. Me bi awayeke eşkere ji hikûmeta Sûdanî xwest peymana 9’ê Cotmehê ku di dema hikûmeta Kazimî de bi PDK’ê re hatiye îmzekirin û ne di berjewendiyên gelên Şengalê de ye hilweşîne. Me daxwaza gelên Şengalê gihand wan û got, Şengal vê peymanê qebûl nake, nabe bi zorê li ser ferz bikin. Her wiha ji vegera koçberan, avadankirina herêmê û naskirina îradeya gelên heremê jî me daxwazên xwe pêşkêşkir.”

Ev çavkaniya ji nava şandeyê agahî da ajansa me, diyar kir piştî serdana Şengalê Erdogan yekser li Sûdanî geriyaye û jê xwestiye guh nede daxwazên şandeyê û divê mîsoger peyman bicîh bîne, yan wê di rewşeke berovajî de piştgirî nede hikûmeta wî.

Heman çavkaniyê ragihand piştî serdana şandeya wan û axaftina Erdogan ya bi telefonê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi navê çareserkirina pirsgirêkên aborî û çend mijarên din serdana Bexda’yê kiriye û bi Sûdanî re rûniştiye. Çavkanî dazanîn yek ji mijara esasî ya hevdîtina Mesrûr Barzanî û Sûdanî jî gihandina peyama dewleta Tirk a derbarê Şengalê de, bicîhanîna peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê û mijarên emnî bûne. Çavkaniyê diyar kir armanca sereke ya serdana Mesrûr Barzanî jî ev mijar û emnî bûye, mijarên din ji bo veşartina armanca sereke ya hevdîtinê bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye Mesrûr Barzanî jî li xwe mikûr hatibû ku wan mijara Şengalê di hevdîtina li gel Sûdanî de destgirtiye û jê xwestiye peymana wan ya di dema hikûmeta Kazimî de bicîh bikin bûye. 

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button