‘Emê çand, bawerî, ax û rumeta xwe biparêzin’

Xelkê me heya dawî di berxwedaniyê de bi biryar e û dibêje tûdem yê peymana 9’ê cotmehê û zextên ku destkeftiyên me tinekirinê armanc dike nasnekin. Jinên ku nêrînên xwe ji jinha re aniye ser ziman jî anîne ser ziman ku ew bi biriyarin heta dawiyê piştevaniya zarokên xwe bikin û ji derveyî zarokên xwe tu hêzên derve naxwazin

https://www.youtube.com/watch?v=zbBVto3bpW8

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nûrê Xwidêda da zanîn ku ew hêzên derve naxwazin û heta dawiyê dê parastina xwe bikin.

“EMÊ ÇAND Û BAWERİYA XWE BİPARÊZİN”

Nûrê Xwidêda di derbarê gef û pilanên ku li ser civaka me tên kirin de wiha helwesta xwe anî ziman: “Em îro weke civaka Êzidî ji ber gef û pilanên Hikumeta Îraqê û PDK’ê yên li ser axa me tên meşandin şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji ber em her çanda xwe ji qirkirinê diparêzin loma dewletên desthilatdar bi ser me de tên. Wê xeyalê dewleta Îraqê pêk neyê û derbasî ser axa me nebe. Em dev ji ax, bawerî û çanda xwe ya bi hezaran salan tên parsastin ji dijimên xwe re bernadin.”

“HEBÛNA XWE Jİ QİRKİRİNÊ BİPARÊZİN”

Endama (TAJÊ) Emşa Salim jî dest nîşan kir ku hebûna civaka me hêzên me ye û wê dev ji hebûnên xwe bernedin û got: “Armanca dewleta tirk ew e ku çanda Êzidiyan ji holê rabike lê em rê nadin bighîne hedefên xwe. Em bi hebûna zarokên xwe yên Êzidxanê dijîn. Em nahêlin dewleta Îraqê hebûna me tune bike. Em wek dayik biryar û dawazên hikumeta Îraqê yên çek û çiyayên xwe teslîmî wan bikin qebûl nakin. Em piştevaniya Asayişên xwe dikin. Heya dilopek xwîn di canê me de heye dev ji hêzên xwe bernadin. Bang li Êzidiyan tevahî dikim ku rabin ser piya û hebûna xwe biparêzin.”

“HETA MİRİNÊ EM Lİ PİŞT ZAROKÊN XWE NE”

Emşa Reşo jî nerazîbûnên xwe li dijî êrîş û gefan bi lêvkir û wiha pê da çû: “Hikumeta Îraqê û hevkarên wî hertim li dijî me pilanan çêdikin, bi vê yekê dixwazin hêza Êzidxanê tune bikin. Em weke jin çi ji me bê xwestin, em hertim amadene ji bo zarokên xwe bikin. Dewlet her çendî pilan û gefan bîne ser me wê me li pêşberî xwe bibîne û rastî nerazîbûnên me bê. Em hertim pişta zarokên xwe ne bi berxwedana xwe emê bi serkevin û daxwaza me hebûna zarokên me li Şengalê bên qebûl kirin.”

“EM XETA BERXWEDANÊ BİLİND DİKİN”

Aliya Îdo jî tekez kir ku wê li dijî êrîş û gefan xetê berxwedanê bilind bikin û ev tişt got: “Kombûna me û daketina li qadan ji bo mafê xwe û zarokên Êzidxanê li Şengalê bên qebûl kirin. Dewleta Îraq dixwaze hêzên qir bikin ev daxwaz wê bi cih nebe. Em weke gel hertim li hember êrîşan amadene û xeta berxwedana xwe bilind dikin. Di fermanê de hêzên Îraqê û PDK’ê em bi tenê li hember qirkirinê hêştin. Niha jî zarokên ku hebûna me diparêzin dixwazin tune bikin.”

ÇAVKANÎ: EMÎRA SIMOQÎ-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button