Leşkerên Iraqê li Şengalê kelûpelên xelkê didizin! 

Li Komelgeha Girzerik ya Şengalê, leşkerên Iraqê dikevin malên xelkê û diziyê dikin. Li gorî agahiyan artêşa Iraq dem dirêj dixwaze li wan herêman bicih bibe.

Artêşa Iraqê ji roja êrişa ji bo dagirkirina Şengalê dabû destpêkirî ve, hêzek zêde li nav gund û navçeyên Şengalê bicihkiriye. Tevî bi rojane xelkê Şengalê daxwaz dikin leşker ji nav gund û navçeyên wan derbikevin, lê heya niha jî derneketine. Ev hêzên Iraqê hema bêje li tevahiya Şengalê belav bûne, êdî dest bi talankirinê kirine.

Leşkerên Iraqê li Komelgeha Girzerik ya Şengalê dikevin malên welatiyan û diziyê dikin. Leşkerên Iraqê hîn jî derneketine û li wan herêman xwe ji bo demdirêjî bicih dikin.

Li gorî dîmenên bi destê ajansa me ketine, leşkerên Iraqê bi wesayîtek barhilgir, li ber derê malek sekinîne û kel û pelên di nava malê de didizin.

Ev tenê dîmeneke, lê ji roja destpêka êrişê ve leşkerên Iraqê talana malên xelkê dikin û tiştên wan didizin.

Rojnews-şıngal

 

Show More
Back to top button