Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şandeya PDK’ê nûnertiya Şengalê nake

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand, tevî hemû hewldanên wan ên çareserkirina pirsgirêkan jî hikûmeta Kazimî û PDK li pey dek û dolabên nûye û wiha hate gotin: “Niha jî PDK hewl dide şandeyek bi navê Şengalê û xwepêşenderan bişîne Bexdayê. Ev şande ne nûnertiya civak û saziyên Şengalê dike, ne jî nûnertiya xwepêşenderan dike. Em şandeyeke bi vî awayî nas nakin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî aloziyên li Şengalê, provakasyonên PDK’ê û hikûmeta Kazimî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de îşaret bi hewldanên kûrkirina aloziya li Şengalê ya hikûmeta Mistefa Kazimî û PDK’ê de têkirin û hişyariyên girîng dide.

Rêveberiya Xweser dazanîn, tevî hemû hewldanên wan ên çareseriyê û diyalogê jî hîn hikûmeta Kazimî li pey lîstokên nûye û wiha hate gotin: “Li Şengalê piştî ku di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî bi ser Asayîşa Êzîdxanê ya Dîgurê girt, rewşeke aloz peyda bû. Ev rewş di 2’yê Gulanê de veguherî êrîşeke berfireh a artêşa hikumeta Kazimî ya bi tank û topan. Ji bo rewşa şer a li Şengalê kûr nebe û belav nebe di serî de Rêveberiya Xweser a Şengalê, hin aliyên siyasî yên Iraqê jî hewl dan deriyê diyalog û hevdîtinan car din vebin. Me berê jî got û niha jî dibêjin ev şer ne di berjewendiya Iraqê û Şengalê de ye.”

Hate gotin, di encama hewldanên wan ên diyalogê de şer rawestiya lê alozî hîn jî li herêmê berdewame û wiha dirêje bi daxuyaniyê hate dayîn: “Ji 2’yê Gulanê ve şer û pevçûn sekiniye û hewldanên siyasî û civakî berdewam in ji bo ku ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Gelê Şengalê jî ev çend roj in li ser piyan e û daxwaz dikin ku artêşa Iraqê ji nav gund û bajaran derkeve, dest ji polîtîkayên şer berde. Em jî li gel daxwaza gele xwe ne. Lazim e rê li ber zext, gef û êrîşên li ser Şengalê werin girtin û îradeya Şengalê were naskirin.”

‘Dest ji Şengalê dijayetiya Şengalê berdin’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hevdîtinên wan ên li gel alî û saziyên cûda yên Iraqê berdewamin û ev zanyarî hate dayîn: “Wekî raya giştî jî dizane, bi alî û saziyên cûda yên Iraqê re diyalog û hevdîtin berdewam dikin û em dixwazin çareseriyeke bingehîn ji bo Şengalê peyda bikin. Lê ruxmê ev sekin û helwesta me jî di serî de PDK û hikumeta Kazimî dest ji polîtîkayên li dijî Şengalê bernadin. Li şûna ku bi nûner û saziyên Şengalê re hevdîtin bike û civaka Êzidî muxatab bibîne, hikumeta Kazimî car din berê xwe daye PDK’ê û dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê berdewam bikin.”

 ‘PDK vê care dest bi lîstikên siyasî kiriye’

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir, ew hewl didin pirsgirêkên çareser bikin, lê PDK her hewl dide aloziyên li Şengalê kur bike û wiha pêde çû: “Em dixwazin vê jî destnîşan bikin ku piştî di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldan destpêkir, PDK’ê ji aliyekî ve hewl da ku şer bide berdewamkirin, ji aliyekî ve jî dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir. Destpêkê xwest bi agahiyên derew gelê me ji şengalê bide koçberkirin, piştî ku ev plana PDK’ê têk çû vê carê di nav gel de dest bi provokasyonan kir. Û niha jî bi hevdîtinên bi vî rengî û lîstikên siyasî provokasyonên xwe berdewam dike.”

 ‘PDK dixwaze şandeyek bi navê Şengalê bişîne Bexda’

Di destpêkê de civaka Êzidî, em dixwazin ji raya giştî re ragihînin, amadekarî tê kirin ku heyetek li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtin bikin. Ev heyet ji aliye Qaîd Ameliyatê Mûsilê û PDK’ê ve hatiye amadekirin û zehfê kesên di vê heyete de endam û alîgirên PDK’ê ne. Niha dixwazin vê heyetê li ser navê civaka Êzidî û Şengalê bidin naskirin. Ev lîstikeke nû ya PDK’ê ye ku bi alîkariya Qaîd Ameliyatê Mûsilê dixwazin cardin bimeşînin. Ev heyet di heman demê de xwe wekî nûnerê çalakgerên Şengalê jî dide naskirin lê çalakgerên ku pêşengiya van çalakiyên medenî dikin bi daxuyaniyekê ragihandin ku ev heyet wan temsil nake û nikare li ser navê wan biçe hevdîtinê.”

 ‘Şandina şandeyê jî parçeya peymana 9’ê Cotmehê ye’

Rêveberiya Xweser şandina şandeyek ji Şengalê jî weke parçeyeke peymana 9’ê Cotmehê dibîne û helwesta: “Em ji hemû civaka Êzidî û raya giştî re radigihînin ku ev lîstika nû ya PDK’ê berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Tiştê ku bi êrîşên leşkeri û şerê taybet bidest nexistin niha jî dixwazin bi lîstikên siyasî pêk bînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em vê hevdîtina ku dixwazin li ser navê Şengalê bikin bi tu awayî nas nakin” nîşan da.

 Banga li Hikûmeta Kazimî

Rêveberiya Xweser bang li Hikûmeta Kazimî kir û niyeta xwe ya çareseriyê dûbare kir: “Em bang li hikumeta Kazimî re jî dikin. Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin lazim e helwesteke samîmî û zelal hebe. Lîstikên bi vî rengî zemîna diyalog û çareseriyê xurt nake lê jahrî dike. Eger niyetek wan a çareseriyê hebe lazim e dest ji van dek o dolaban berdin, civaka Êzidî muxatab bigirin û îradeya Şengalê nas bikin. Bi lîstikên bi vî rengî rewşa Şengalê aram nabe, pirsgirêk çaraser nabin.”

 Banga li xelkê Şengalê

Di dawiya daxuyaniyê de bang li xelkê Şengalê jî hate kirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû gelen Şengalê jî dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Lazim e rê û destûr nedin ku tu kes û alî li ser navê wan hevdîtinên bi vî rengî bikin. Ji ber ku em baş dizanin, kesên bi vî rengî berjewendiyên Şengalê nafikirin, malbatî û eşîrîne.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button