Li dijî şehîdkirina Şoreşger Menal Mêrdîn bi sedan xelkê Şengalê meşiyan

Li navçeya Tilezêr a Şengalê bi sedan xelkê Şengalê tevî endamê sazî û rêxisitnên civaka Êzidî li dijî qetilkirina Şoreşger Menal Mêrdîn meşiyan û kiriyarên li dijî pêşengên civaka Êzidî şermerzarkirin. Di meşê de peyama ewê dest ji doza xwe bernedin û tola hemû şehîdan rakin hate dayîn.

Di 2’yê Çileyê de, Şoreşgerê Pêşeng Menal Mêrdîn di encama êrişekê de li navçeya Tilezêr a Şengalê şehît bû. Meclisa Xweseriya Şengalê duh bi daxuyanyekê êriş şermezar kir û bang li civaka Êzidî kir ku li dijî van êrişan rabin ser xwe.

Li ser bangewaziya meclisê bi sedan xelkê Şengalê tevî nûnerê sazî û rêxisitinên civaka Êzidî îro li ber avahiya Meclisa Gel a Tilezêr kombûn û meşiyan.

Meşê heta çerxerêya 14’ê Tebaxê bi bilndkirina wêneyên Komkujiya Parîsê û Şehîd Menal dewam kir.

Girseyê bê navber dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Bemire îxanet” gotin. Her wiha bi dirûşmeyan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin

Meş li çerxerêya 14’ê Tebaxê bi daxuyanyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de kiryarên li dijî pêşengên Êzidiyan hatin şermezarkirin û soza tolhildanê hate dan.

Di serî de Hevserokê Meclisa Tilezêr Sado Şengalî axivî û diyar kir ku bi destpêkirina sala nû re bûyereka wiha derkeve, wê peyamê dide ku plana qirkirina Êzidiyan dewam dike û got: “Em baş dizanin ku ev bûyerên pêşengên me dikin hedef bi hevkariya PDK’ê tên kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî hemû pilana li ber xwe bidin û Şengala xweser û azad avabikin.”

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîda a Şengalê Hemed Bişar jî axivî û got: “Planên li ser pêşengên Êzidiyan heta niha dewam dikin. Ev pilan bi destê PDK’ê tên kirin. Divê êdî gelê me vê bizanibe ku PDK naxwaze civaka me pêş bike.”

Bişar bi berdewama axaftina xwe qala keda Şehîd Menal kir û soza tolhildanê da.

ROJNEWS

Show More
Back to top button