Kongreya PADÊ bi hilbijartina endamên Meclîsa Rêveberiya PADÊ dewam dike 

Li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêvanan 4. Kongre Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) ku danê siharê destpêkirî, bi hilbijartina endamên Rêveberiya PADÊ dewam dike.

  1. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêhvanan bi şîara, “Azadî, Demokratî û Aşitî” li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan ku danê destpê kir, dewam dike. Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û berpirsên leşkerî, serokeşîrên Êzidî û Ereb, oldarên Êzdî, nûnerên YNK’ê, Partiya Pêşvero, nûnerên Şîayên Şengal, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî bûn. Di kongreyê peyam hatin xwendin û kongre hate pîrozkirin.

Di peyaman de behsa rola PADÊ ya di dema fermanê de, rizgarkirina gelê Şengalê ji komkujiya DAIŞ’ê hate kirin. Di kongreyê de girîngiya PADÊ hat ser ziman û PADÊ weke partiya şehîdan hate binavkirin.

Di rapora kar û xebatên PADÊ de rêzikname hate xwendin û xal bi xal di kongreyê de derbas bûn.

Di van kêliyan de kongre bi hilbijartina endamên Meclîsa Rêveberiya PADÊ dewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button