‘Yê Êzidiyan ji qirkirinê rizgar kir Rêber Apo ye’

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi boneya salvegera 22’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got; “Yê ku em Êzdî ji vê qirkirina sedsalê xilaskirin Rêber Apo bû. Eger ku em weke gelê Êzidî dibêjin em hene, em bi çand, ziman, ol, bawerî û nasnameya xwe li ser axa xwe dijîn; eger dijminê mirovahiyê DAIŞ hatibe binxistin bi saya Rêber Apo hat binxistin”

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi boneya salvegera 22’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got; “Yê ku em Êzdî ji vê qirkirina sedsalê xilaskirin Rêber Apo bû. Eger ku em weke gelê Êzidî dibêjin em hene, em bi çand, ziman, ol, bawerî û nasnameya xwe li ser axa xwe dijîn; eger dijminê mirovahiyê DAIŞ hatibe binxistin bi saya Rêber Apo hat binxistin.”

Berfirehiya daxwuyaniya YBŞ wiha ye;

“Em 22. sala komploya navnetewî ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahî gelên bindest, kêmnetew, ol, bawerî, ziman û gelên azadîxwaz pêk hate, bi hemû kîna xwe ve em bi tundî şermezar dikin. Dîsa tevahî şehîdên ku bi şiara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûne xelekek ji agir bi hemû rêzdariyên xwe ve em bibîr tînîn û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînîn.

Tişta ku bi vê komplogeriyê ve xwestin pêk bînin bi saya tekoşîna Rêber Apo nekarîn pêk bînin, nekarîn bigîhînin armancê. Di roja me ya îro de ev pergal êdî xitimî ye. Ji ber ku Rêber Apo li hember her cûre pergala êşkencê li ber xwe da û bi berxwedanî û têkoşînek bê hempa ev pergal vala derxist. Di serî de gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û tevahî cîhanê bi xwedî derketinekê dîrokî ve li Rêber Apo xwedî derketin. ji bo vê jî bi şêwazê bêpîvan ve êrîşê gelê me dikin, êrîşê nirxê me dikin, êrîşê çand, bawerî, ol, ziman, nasname û dîroka me dikin. Sedemê xwe çiye; ji ber ku ev fikrê Serok Apo ku fikrekê azadiyê, jiyanek wekheviyê, mirovahiyê ye û fikrekê demokratik e û naxwazin jiyan bike ye. Dixwazin Rêber Apo û gelan ji hev qut bike. Lê bê guman ev xeyalê dagirkerî û qirkeriyê ya komplogerî pêk nehat. Ji ber ku ev 22 sal in Rêber Apo bi berxwedaniya xwe ya bê nimûne ev komplo û hêzên komploger vala derxiste. Rêber Apo êdî bû Rêberê gelan.

Me jî weke gelên Şengalê û parazvanên gelê Şengalê bi fikre Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Ji ber ku bi hemû armanca komplogeriyê ve xwestin weke berdewam kirina komployê me Êzidiya bi qirkirinekê re derbas bikin, weke nasnameyeke Êzidî li ser rûyê erdê nemine û bi her awayî Êzdiyatiyê tine bikin ve êrîşê me kirin. Yê ku em Êzdî ji vê qirkirina sedsalê xilaskirin Rêber Apo bû. Eger ku em weke gelê Êzidî dibêjin em hene, em bi çand, ziman, ol, bawerî û nasnameya xwe li ser axa xwe dijîn; eger dijminê mirovahiyê DAIŞ hatibe binxistin bi saya Rêber Apo hat binxistin. Înkarkirina vê nankoriye, bê wijdaniye û bê exlaqiye. Ji ber wê ye jî dewleta Tirk ya dagirker û qirker heyanî niha bi şantaj, şerê taybet, şerê pîskolojik û bi tehdit û gefan li ser me gelê Êzidî dimeşîne û êrîşê me, civaka Êzidî dike. Em wek gelê Êzidî dibêjin; êdî ew roj ne ew roje ku em ê li hemberî komplogeriyê serî bitewînîn, em li hemberî her cûre êrîşên dijmin amadene. Êdî gelê Êzidî xistina mijara bazarê ne hêsane, li ser Şengalê hesabên dagirkeriyê kirin ne hêsane.

Her kî dibe bila bibe, bi armanca dagirkirina Şengalê were êrîşê me Êzidiyan û gelên Şengalê bike ew ê mehkûmê binkeftinê bibe. Em ji her rojê behtir amadene ku dagirkeriyê tinebikin. Em weke civak û parazvanên Şengalê li benda hatina dijminin. Bila kesek vê civakê bê xwedî nebine, parazvanên vê civakê ku xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo ve bi rêxistin kiriye, wê di Şengalê de carekedin dagirkeriyê binbixe. Bila kesek pişta xwe bi dewleta Tirk ya faşîst û dagirker re germ neke, yê ku dewleta Tirk ya dagirker bigre pişta xwe û bixwaze gelê me tehdit bike ew ê jî bi dagirkeriyê re tama binkeftinê bigire. Bi hevkariya dijmin re êrîşê nirxên civaka me kirin, her roj gef li ser me gelê Êzidî xwarin wê ne hêsan be. Wê demildest hesab jê werin pirsin. Eger îro hinek beşên bê îrade ku xwe teslîmê dijmin kiribe û dibêjin em Kurdin ew bi ti awayî Kurdan temsîl nakin ew bibe bibe wê teslîmiyetê temsil bikin. Di dîroka Kurdistanê de wê hertim bi rûreşî werin bi bîranîn.

Ji bona wê jî em dibêjin heyanî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP bi hefkarên wê neyên tinekirin wê ti carî li herêm û Rojhilata Navîn aramî çênebe, wê azadî pêk neyê, wê jiyanek wek hev pêk neyê. Ji bo komplo bi temamî tine bibe pêwîste, beriya her tiştî dagirkerî, qirkerî û êrîşên dewleta Tirk ji holê were rakirin. Ji bo vê jî pêwîste demildest bi ruhê ‘Dem Dema Azadiyê’ ve em vê pergala qirêj ya tecrîdê bişîkînîn, dagirkeriyê û komplogerîyê tine bikin Rêber Apo azad bikin.”

Show More
Back to top button