Fîlma ‘Nameyên ji Şengalê’ çanda dayika berxwedêr vedibêje

Fîlma 'Nameyên ji Şengalê' ku biryare di 13'yê Mijdarê de, di 7'emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de were pêşandan çanda berxwedêr a dayikan, êş û rizgarbûna Şengalê vedijê. Dayê Şemê ya ku têde rol lîstî armanca fîlm vegot û diyar kir ku wan çanda dayika berxwedêr ji cîhanê re xistiye li ber çavan.

Fîlma bi navê ‘Nameyên ji Şengalê ku ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin û derhêneriya wê ji aliyê Dersîm Zêrevan ve hatiye kirin, derdikeve pêşberî temaşevanan. Amadekariya filîmê ji 2018’an ve destpêkiriye û wê di dîroka rizgarkirina Şengalê di 13’yê Mijdarê de bê pêşandan. Fîlma Nameyên ji Şengalê him fikir, him drama, him jî belgefilîm di hundirê xwe dihewîne. Her wiha êş û azarên ku di Şengalê de hatiye jiyîn, rizgarvanên gelê Şengalê, şervanên azadiyê û dayikên ku hêviya serkeftinê di dilê xwe de dihewîne di fîlmê de derdikeve pêşberî temaşevanan. Di rola heyî de şervanên azadiyê bi ruhê serkeftinê tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê dibin û bi rizgarkirina Şengalê re hêviya gelê Êzîdî car din nûjen dikin. Fîlm ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek nîşan dide. Kesên ku ferman, berxwedanî û koçberî di dema fermanê de jiyan kirine wek lîstikvan di fîlm de rol lîstîne. Fîlm ji çîrokên bûyerên rast hatiye çêkirin.

Di fîlm de ji kesên ku nûnertiya dayikên berxwedêr dike Dayê Şemê Remo ye.

‘Dîrok liser destê dayîkan dizivire’

Dayê Şemê Remo ku jinekî bi berxwedêrî û îradeya xwe naskiriye û di fîlm de rolekî sereke lîstiye ji me re qala çêkirina fîlm kir û diyar kir ku ew wek lîstikvan di fîlm rol digire û got: “Min xwest bi tevlîbûna fîlm çanda dayikên berxwedêr ên ku civaka me îro li ser destê wan tê birêvebirin bidin pêş. Jinek çawa dikare li ber xwe bide, çanda xwe biparêze û pêşengiyê ji gelê xwe re bike me da diyarkirin. Berxwedanî, êş û azarên ku xelkê Şengalê jiyan kirine, me xwestiye di nava fîlm de ji cîhanê re raxin berçavan û her kes bibîne ku me bi kedekî çawa xwe gihandiya roja îro. Di dema fîlm de me hîs kir ku çawa dîrok li ser destê dayika di zivire berxwedanî û keda jinê.”

‘Me kêliyên ji fermanê jiyan kirin’

Dayê Şemê qala rola gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi derbasbûna xwe ya li Şengalê hêviyên mezin di nava dilê civaka êzidî de avakirin û heta niha vê hêvî jiyan dikin jî vedibêje,”Me di demekî zehmet de dest bi çêkirina fîlm kir, lê me ferman çawa jiyan kir, çawa li ber xwe de û çawa ji aliyê gerîla ve hatine parastin me derxiste holê. Çawa gerîla bi torikê xwe ve hatin nan û av dan zarok û kalan, gelê me himbêz kirin û ji xeteriyê rizgarkirin, me xwest em ji cih û kesên ev yek nedîtine re jî vebêjin. Me kêliyên fermane jiyan kir.”

‘Tişta di fîlm de me jiyan kiribû’

Dayê Şemê diyar kir ku ev cara yekemîne di fîlmekê de rol dilîze û wiha domand: “Me zehmetî nedit, ji ber ku heman tiştê di fîlm de me jiyankiribû û ji me re ne wek fîlm wek rastiya civaka me dihat. Di fîlm de tê xuyakirin, jinên Êzidî çawa ji koletiyê xilas bûn û gihîştin wê astê bersiva dijmin bidin.”

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî bajar û gundewarên Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran gelê Şengalê hatin qetîlkirin, piraniya jinên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û gelê ku karibû xwe li çiyayan girtin. Di van êrîşan de gelê Şengalê ji vê qirkirinê mîna Fermana 74’an pênase dikin. Qaşo hêzên PDK’ê bi salan li Şengalê di bin navê ewlehiya gelê Şengalê de berpirsiyar bûn ku di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hemû baz dan û gelê qedîm bi serê xwe hiştin, lê 12 sûwariyên şervanên gelê azadîxwaz da ku gelê Şengalê ji qirkirin û fermanê xilas bike berê xwe dan axa pîroz û bi têkbirina teyên DAIŞ’ê re gelê Şengalê karibû tama rizgarkirinê di 13’yê Mijdara 2015’an de bijîn.

ROJNEWS-ŞENGAL ÎBRAHÎM ÊZDÎ

Show More
Back to top button