Beriya 7 salan weke îro Radyoya Dengê Çira Şengal dest bi weşanê kir 

Beriya 7 salan wek îro cara yekem Radyoya Dengê Çira Şengalê li Şengalê ye dest bi weşana xwe kir. Tevî hemû zor û zehmetiyên encama fermanê de derketîbûn holê û bombardimana artêşa Tirk ya dagirker, radyoyê nehêla dengê civaka Êzidî, dengê Çira Şengal bisekine.

Radyoya Dengê Çira Şengalê îro salvegera despêka weşana xwe pîroz dike. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’yan Radyoya Dengê Çira Şengalê dest bi weşanê kir. Radyo di bin zor û zehmetiyên xirab yên fermanê de filîz da, bilind bû û herkû çû berfirehtir bu. Radyoya Dengê Çira Şengalê 7’ê Mijdara sala 2015’yan dest bi weşanê kirîbû. Radyoya Çira Şengal ku li ser pêla FM, li ser Frekansa 87,5 weşanê dike, 7 sal li pey xwe hiştin. Radyo bi derbasbûna weşana sala nû re heya saet 23:00’yê weşandê dike. Heman demê de bernameyên radyo û nuçeyên ji Şengalê jî dikare li ser malpera wê, li ser adresahttp://cira.fm/ bê şopandin, li ser malpera radio garden jî dikare were guhdarî kirin.

Radyo di her kêliya weşana xwe de hewl da bibe bersiva fermana 74’an. Lewma bêrawestan tevî hemû zehmetî û êrîşan jî her pey rastiyê ma û weşana xwe berdewam kir. Dengê Çira Şengal her bu deng, awaz û rengê Şengalê. Bê guman di her bernameyek ji bernameyên ku rojane di Radyo Çira FM de tên weşandin rastî, dîrok û çîrokên civaka Êzîdiyan dide diyarkirin, ji bo wê her ku diçe xwestek û daxwazên gel zêdetir bu ji radyoyê re.

Ti astengî û êriş nekarî bêdeng bike

Di 25’ê Nîsana 2017’an de Dewleta Tirk ya dagirker bi êrîşek hovane Radyoya Dengê Çira Şengalê kir hedef û bombebaran kir. Dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe xwest dengê Civaka Êzîdî bibire. Lê belê cardin nekarîn bigihêjin encamê û dengê Civaka Êzîdî nekarîn bibirin. Her çendî 5 mehan weşan nebûbe jî cardin bi piştgirî û xwedî derketina civakê li Radyoya Çira Şengalê weşana xwe cihê lê mabû berdewam kir, bi awayekî berfirehtir cardin dest bi weşanê kir. Tevî van êrişan jî tu carî Radyo Çira FM ne weşana xwe da sekinandin û ne jî di lêgerîna heqîqetê de gav paş de avêt. Berevajiya vê yekê li ser şopa heqîqet û rastiya civaka xwe bi israr û îstîqrar weşana xwe domand.

Radyoya Dengê Çira Şengal dengê Civaka Êzîdî ye û wê her rastiya dîrok, jiyan û çanda Êzîdiyan vebêje.

 

Show More
Back to top button