Çawa û ji bo çi PDK rê nade penaberên Şengalê vegerin ser warê xwe?

PDK mijara penaberan bi eşkereyî ji bo armanca siyasî bikartîne, heya niha gelek penaberên Şengal û Rojavayê Kurdistanê di wargehên Hewlêr û Dihokê bi zorê têne ragirtin û rê nadin ku vegerin ser warên xwe. Armanca PDK ya ji vê, çolkirina Şengal û ji bo berjewendiya xwe bikaranîna penaberane.

Di heşt salên borî de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê, alozî û bê aramiyê, penaberî di asta herî bilind de çêbû. Bi tayet jî li Şengal xelkê Êzidî neçar ma ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ’ê dev ji warê xwe berde.

Xelkên neçarman ji warên xwe birevin, di wargehan de hatin bicihkirin, lê divê hikumeta wî welatî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî jî alîkariya wan bikin, pêdawîstiyên wan ên jiyanê pêşwazî bikin.

Lê PDK vê yekê weke hemû mijarên din ên welat, xistiye bin xizmeta berjewendiyên xwe û bikartîne. Bi rêya propaganda û siyaseta xwe, rê nade wargehên li herêmê werin valekirin û penaber vegerin ser warê xwe.

Rêje çi derdixin?

Berdevkê Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan a Iraqê Elî Beyatî di daxuyaniyek xwe ya roja 20’ê Çileya 2022’an de ragihand ku hîn jî milyonek û 198 hezar kes di bin navê penaberiyê de li Iraqê mane û sedan 32.8 jî li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê ne.

Li gorî rêjeya salane ya Fermangeha Hevbeş ya Hemahengiyê ya Qeyranê ya ser bi Wezareta Karê Hindir ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya sala 2021’an, bi giştî hejmara penaberên li Herêma Kurdisatnê 664 hezar û 237 penaberên navxweyî ne, 241 hezar û 937 kes jî penaberên Suriyeyê ne. Yên din jî penaberên ji welatên dinin.

Bi giştî ji vê hejmarê penaberên li Herema Kurdistanê sedî 30’ê wan di nav wargehan de dijîn. Yanî 23 wargehin û ji sedî 70’ê penaberan ji dervey wargehan de dijîn.

Li gorî rêjeyan, sedî 41 penaberan li Hewlêr, sedî 40 li Dihok û sedî 19 jî Silêmaniyê dijîn.

Penaberên Şengalê

Piştî fermana 2014’an bi deh hezaran Êzidî neçarman ji warê xwe derkevin, gelek ji wan li wargehên Dihok, Zaxo û Şêxan bicih bûn. Niha jî bihezaran Êzidî di nav wargehên herêmê de di şert û mercên zehmet de jiyan dikin. PDK penaberên Êzidî weke kartek ji bo xwe bikartîne, gelek astengî ji bo wan çêdike û rê nade xelkê Êzidî vegere Şengalê, vegere ser warê bav û kalan.

Çêkirina şer û şandina leşkerên Iraq ya ji bo Şengalê, bi armanca belavkirina nebûna ewlekarî, aramî ya li herêmê tirsandina xelkê, yek ji wan karên ku destê PDK’ê di nav de heye. PDK ji bo ku rê nede penaber vegerin Şengalê,  Şengal vale bibe û xelkê wir koç bike her tiştî dike.

Di Gulana 2022’an de ji ber bûyerên li Şengalê, êrişa artêşa Iraq ya ser hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ku tê de 2 welatî şehîd bibûn, komek welatî ji tirsa çûbûn Dihokê. PDK bi vê yekê xwest xelkê Êzidî di wargehan de bicih bike û carek din rê nede vegerin Şengalê.

‘Ne dixwestin carek din vegerim’

Jinek Êzidî ku wê demê ji tirsa çûbû Dihokê û ne xwest navê xwe bide, ji Rojnews re axivî û got; “Min ji bo parastina zarokên xwe berê xwe da Başûrê Kurdistanê, em çûn nav wargehek Êzidiyan ya li Dihokê. Lê asayîş û parêzvanên wargehê rê ne didan em bikevin nava wargehê. Ji min re gotin ger tu hertimî livir bicih nebî, em nahêlin tu bikevî nava wargehê. Asayîşa wargeha Şêxan me binçavkir û ji mere gotin, ji ber ku hun livir bi temamî bicih nebûne, em we digrin. Ez bi 2 zarokên xwere 3 rojan di girtîgehê de mam. Piştî 3 rojan ji mere dîsan gotin, hun alîgirê PKK’êne û hatine vir ku xwe biteqînin! Min jî ji wan re got, em ji tirsa mirinê reviyane, emê çawa xwe biteqînin.!”

Heman jina Êzidî di dewama axaftina xwe de ragihand ku asayîşa PDK’ê wê 7 rojên din girtiye û jê xwestine di nav wargehê de bicih bibe, venegere Şengalê. Heman jina Êzidî got; “Hertim ji min re digotin, ji bo çi tu nava wargehê de bicih nabî, dev ji Şengalê berde. Ji min dixwestin ez bi temamî mala xwe berdim û di nava wargehan de bicih bibim.”

Ji bilî vê PDK rê nade ti rêxistin û tîmên alîkariyê yê navnetewî bikevin nava wargehên Êzidiyan. PDK nahêle lêkolîn were kirin û ji bo penaberan alîkarî were dayîn. Yên ku diçin nava wargehê, tenê girêdayî rêxistinên mala Barzanîne û hinek tîmên din ên nêzî PDK’êne. Li gorî agahiyên ketine destê me, dema ku rêxistinên nêzî PDK’ê diçin nava wargehê, ji xelkê re dibêjin Şengal ne arame û nabe ti kes ji we vegere Şengalê.

PDK ji bo xelkê Şengalê astengiyek mezin çêdike, her malbata ku bixwaze carek din vegere Şengalê, divê serdana zêdetirî 6 navendan bike. Ev jî ji welatiyan re astengiyek mezine, tevî vê jî di seytereyan de ji ber sedemên herî biçûk carek din ew penaber tên vegerandin.

PDK gelek penaberan bi zora pere kiriye, wesayît û kel û pelên giran biha ji wan re kiriye. Bi vê dixwaze ku Êzidî ji xweza û çanda wan dûrbixe û girîngî nede ji ku hatine yan jî li ku jiyan dikirin.

Armanca leyîstokên PDK’ê

PDK, tenê dixwaze penaber bikevin bin xizmeta berjewendiyên wan û dewleta Tirk a dagirker. PDK bi taybet dixwaze van penaberan di hilbijartinan de ji bo xwe bikar bîne û dengên zêdetir bistîne. Ji bo vê jî belge û nasnameyên pêwîst ji bo wan amade dike da ku di berjewendiya xwe de wan tevlî hilbijartinan bike.

Li aliyek din PDK dixwaze artêşa Iraq û Hikumet dijî Rêveberiya Xweser ya Şengalê rabe, êriş bike û kesên liwir parastina Êzidiyan dikin ji herêmê derbixe.

 

ROJNEWS

Show More
Back to top button