Xebatên Şaredariya Gel ya Şengalê dewam dikin  

Şaredariya Gel ya Şengalê xizmeta bo civaka Şengalê bi çêkirina rêyan, avakirina pir û pêdiviyên din berdewam dike. Herî dawî şaredariyê li komelgeha Borik dest bi avakirina pirekê kir.

Di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 3 Tebax’a 2014’an de, bi hezaran Êzidî bûn qurbanî. Li rexa kuştin, revandin, koçberbûnê, çeteyan di êrişê de gelek cihên pîroz, xaniyên welatiyan, rêyan xirab kirin. Ji roja Şengal rizgarbûyî heya niha, xebatên hemû saziyên di nava Şengalê de dewam dike. Yek ji van saziyan jî Şaredariya Gel ya Şengalê ye.

Şaredariyên Gel ên Şengalê jî kar û xebatên avakirina Şengalê de, bo pêkanîna pêdiviyên civakê xizmeta xwe bi berfirehî didomîne. Di çarçoveya pêkanîna pêwîstiyên gel de şaredariyê li komelgeha Borikê ya Şengalê ava dike.

Tevî gef û êrişên li ser Şengalê û hewldanên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, Rêveberiya Xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe re di nava kar deye û ji bo xelkê Şengalê xizmetê dike.

Di çarçoveya pêkanîna  pêwîsîtiyên gel de, li ser daxwaza xelkê herêmê Şaredariya Gel a Borikê dest bi çêkirina avakirina pirekê kir.

Berpirsê şaredariya Gel a Borikê Berekat Borik anî ser ziman ku li ser daxwaza civakê biryara çêkirina pirê dane. Berekat wiha got; “Me dît ku pêdiviya milet bi pirê heye, bi hezaran malbat diçûn û dihatin, rê de zehmetî dikşandin. Me jî biryara çêkirina pirê da.”

Endamê Meclîsa Gel ya Borik Hesen jî anî ser ziman ku ew wek meclîsê bi şaredariyê re vê projeyê pêk tînin û wiha got, “Miletê me muxtacî pirê bu, me jî xwest bê çêkirin û dest bi çêkirinê kirine. Ji vir û pêve ji bo çêkirina cadeyan û pêdiviyên din yên civakê emê rabin û hewl bidin xizmetek baş bidin û alîkarî bidin miletê xwe.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button