Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Welat û Derveyî Welat 4’ê Nîsanê pîroz kir

"Em jinên Êzidî ji Şengal, Bakurê Kurditanê, Rojavayê Kurdistan, Elmanya, Rûsyêya û Ermanistanê silav didin roja xwe, silav didin Rêber APO, em dibêjin rojbûna te pîroz be."

Daxuyaniya Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Welat û Derveyî Welat ku ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşand, wiha ye:

“Em weke koordînasyona jinên Êzidî li welat û derveyî welat di serî de 4 Nîsanê rojbûna Rêber APO ji dil û can li gelê Kurd, civaka Êzidî, mirovahiya azadîxwaz, şervanên azadî, jinên Êzidî  û li hemû jinan pîroz dikin.

4 Nîsanê roja vejîna gelê Kurd û hemû gelên bindeste. Rêber APO di sedsala 20 û 21’an de bû destpêkek nû ya lêgerîna azadiyê ji hemû mirovahiyê re. Bi paradîgmaya neteweya Demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk li ser bingeha azadîxweziya jinê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn şoreşa civakî dest pê kir û roj bi roj têkoşîna azadiyê bilind dibe.

Jinên Êzidî bi naskirin û xwe rêxistinkirina li ser fikir û ramanê Rêber APO li welat û derveyî welat rêxistina û îradeya xwe ava kirin û ji bo civaka xwe pêşengtî ji jiyana azad û demokratîk re dikin. Jinên Êzidî li Şengalê piştî fermana 74’an fikra azad a Rêbertî ji nêz ve naskirin û bi saya Rêber Apo jin li her qadên jiyanê xwe isbat kirin.

Rêber APO li Girava Îmraliyê 23 salin di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê Rêber APO de civak tê tecrîdkirin. Azadiya fîzîkî ya Serok APO erkê her mirovê azadîxweza. Weke jinên Êzidî li her derê welat û derveyî welat azadiya fîzîkî ya Rêbertî erkê me yê bingehîn e. Heya azadiya Rêberê me ya fîzîkî pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û berxwedana xwe bilintir bikin.

Bi navê Koordînasyona Jinên Êzidî li Welat û Derveyî Welat, dubare em rojbûna Rêber APO li gelê Kurd, Civaka Êzidî, Mirovahî û li hemû Jinan pîroz dikin. Em jinên Êzidî ji Şengal, Bakurê Kurditanê, Rojavayê Kurdistan, Elmanya, Rûsyêya û Ermanistanê silav didin roja xwe, silav didin  Rêber APO, em dibêjin rojbûna te pîroz be.

Herî dawî em bang li her kesî dikin û dibêjin ‘dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye’. Em têkoşîna xwe xurtir bikin bi Rêberê xwe re azad bijîn.”

ROJEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button