YBŞ: Di êrişa artêşa Iraqê de Rêheval Şervan Êzidxan şehîd bû

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku di encama êrişa duh ya artêşa Iraqê de bajaroka Sinunê de şehîd bû, eşkere kir.

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyarkir şervanê wan yê bi navê Şervan Êzidxan di encama êrişa artêşa Iraqê de li bajaroka Sinunê ya ser bi Şengalê şehîd bûye.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye;

“Rêheval Şervan Êzîdxan di destpêka fermanê ku 2014’an de li ser gelê me pêk hatî de tevlî nava refên me bû. Ew êşa ku gelê me kişand bi çavên xwe ve şahîdî kiribû û ji bo pêşiya fermanê bigre biryara xwe ya tevlîbûnê da. Ji destpêka fermanê heya niha çi erk û rol ketiye ser milê wî rêheval Şervan bê teredût pêk anî û her karê xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî. Rêheval Şervan Êzîdxan ji bo xwe parastinê û ava kirina hêza cewherî rolekî pir girîng leyist. Ew her tim bi ked û coşa xwe di nav hevalên xwe de dihate nasîn û bi berpirsiyartiyek mezin rê nîşanê hevalên xwe dida. Ji roja tevlîbûnê heya roja şehadetê ji bo parastina civaka me pêş de cih digirt. Dema şer qewimî jî ji bo xaka pîroz û gelê xwe biparêze heya dilopa xwîna xwe ya dawî berxweda. Windahiya rêhevalê me ji bo me cihê xemgîniyek mezin bû. Em di serî de malbatê wî re sersaxî dixwazin û dibêjin ku ala şehîdan yê ku me dewr girtiye emê heya dawî  bilind bikin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wihaye;

Nav: Şervan Êzîdxan

Dîrok û Cihê Ji Dayîkbûnê: 03.03.1991/Sinonê

Dîroka Tevlîbûnê: 2014 – Şengal

Dîrok û Cihê Şehadetê:  02.05.2022 – Sinonê/Şengal

Show More
Back to top button