Çalakiya ji bo destekdayîna Asayîşa Êzidxanê dewam dike

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê destpêkirî, di roja 46’an de berdewam dike

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê destpêkirî, di roja 46’an de berdewam dike. Xelkê me diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ewê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 46’an de ji aliyê welatî, meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Show More
Back to top button