Êrişên ser Şengalê li Rûsyayê hatin şermezarkirin

Organîzasyona Êzdîxan a Êzidiyên li Rûsyayê êrişên hikumeta Iraqê ên ser Şengalê şermezarkir. Hate gotin ku êriş di encama hevkariya Iraqê ya bi dewleta Tirk re têne kirin.

Organîzasyona Êzdîxan a Êzidiyên li Rûsyayê derbarê êrişên di demên dawîn de yên ku hikumet û artêşa Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst dibin ser Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Tişta ku fermandarê Tûgaya 20’emîn Esîr El-Rebî kiriye, ne dûrî helwesta hikumeta Iraqê ye û ev tişt di encama polîtîkaya hikumeta Iraqê ya bi dewleta Tirk a faşîst derketiye holê. Vî fermandarî bi eşkere gef li gelê Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê xwariye ku ew ê tevî dewleta Tirk a faşîst êrişan bikin. Ev gef nayê qebûlkirin û em vê şîddetê bi tundî şermezar dikin.

Ev êriş di salvegera protestokirina komploya 15’ê Sibatê hatiye kirin. Hêzên girêdayî hikumeta Iraqê destûr nedane çalakiyên ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê û ev jî diyar dike di navbera wan de peymanek heye. Hikumeta navendî ya Iraqê, PDK û dewleta Tirk van êrişan bi hev re dikin.  Di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir, van hêzan gelê Êzidî neparastin û a niha jî derketine meydanê û gefê li gelê Şengalê û hêza wê ya parastinê dixwin. Ev bêexlaqiyeke gelekî mezin.”

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan hate kirin ku bila li hemberî van êrişan helwestê nîşan bidin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button