Şervanê YBŞ’ê Xidir Murad di qezayê de şehîd bû

Navenda Çapemeniya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xidir Murad Îdo di encama qezayekê de şehîd bûye

Di daxwuyaniya YBŞ de wiha hate gotin: “Hevrêyê me Xidir di roja 21’ê Adarê de li ser rêya Til-Izêr dema diçû ser karê xwe, di encama qezayê de şehîd ket. Rêheval Xidir di pêvajoyek wiha ya girîng de, dema ji bo erka xwe ya berxwedaniyê bicîh bîne diçû, di qezayek bêtalîhî de tevlî karwanê şehîdan bû. Windahiyek bi vî rengî ji bo me xemgînîyek pir mezin e.”

Di berdewamiya daxwuyaniya YBŞ de vana hate ser ziman: “Heval Xidir ji destpêka fermanê heta niha ji bo xilaskirina gelê xwe bi berpirsiyartiyeke mezin erk û mîsyona xwe pêk anî. Di roja fermanê ya ku gelek êş û azar hatibûn jiyankirin de, fermandarê me Xidir rêya heqîqetê ji xwe re esas girt û tevlî nava tevgera yekîneyên berxwedanê bû. Tevî hemû zor û zehmetiyan wî ti carî paşve gav ne avêt, her tim hewl dida ku xwe pêş bixîne. Hemû zanist, ezmûn, afrînerî û hebûna xwe xist xizmeta gelê xwe. Li ser axa pîroz, bi çand, ol û dîroka xwe ve girêdayî, di nav berxwedana dîrokî ya Şengalê de cihê xwe girt. Rêheval Xidir di asta fermandarî de erk girtiye û heya roja xwe ya dawî jî bi awayekî serkeftî erka xwe bi cîh aniye.”

Daxwuyaniya YBŞ wiha bi dawî bu: “Hevrê Xidir ê ku me bi awayekî bêtalîhî winda kir di jiyanê de bibû mînak û di sekna xwe de bawerî dida, em wekî hevrêyên wî soza berdewam kirina doza wî, pêkanîna xeyal û armancê wî didin. Li ser vî esasî di şexsê malbata xwe ya hêja de, ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me dabûn şehîdên xwe em car din di şexsê hevrêyê xwe şehîd dikin. Em dibêjîn xeyal û armanca şehîdan ya tifaq û azadiya gelê xwe em ê mîsoger bikin. Soza ku me di roja destpêkê de dan şehîdên xwe em ê li ser wê sozê meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin û dibêjin şehîdên me wê her tim bibin pêşengê têkoşîna me.”

Di dawiya daxuyaniyê de nasnameya Xidir Murad Îdo jî hat dayîn.

Nasnav: Xidir Hebabî

Nav û paşnav: Xidir Murad Îdo

Dîrok û cihê tevlîbûnê: 2014/Çiyayê Şingal

Dîrok û cihê şehadetê: 21.03.2021/ Til-Izêr

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button