Rapora HDP’ê ya li ser Mexmûr û Şengalê

Şandeya HDP’ê têkildarî serdanên xwe yên li Şengal û Mexmûrê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku hinek kes li ser navê MÎT’ê li welatiyan digerin, sîxûrtiyê lê ferz dikin û gefa kuştinê lê dixwin.

Şandeya ku ji Hevberdevka Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş û Hûda Kaya pêk dihat, têkildarî serdana xwe ya Şengal û Mexmûrê li ber deriyê Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyaniyek dan. Derheqê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên navborî de raporek hat amadekirin.

 Rapora HDP’ê ya ku ji hêla parlamenter Mûrat Çepnî ve hat xwendin wiha ye:

“Îktîdara AKP’ê hem li hundir û hem jî li derve di polîtîkaya şer de israr dike. Ev polîtîka jî rê li ber rûxîneriyeke siyasî, aborî, civakî û ekolojîk vedike.

Kûrkirina şer, domandina polîtîkaya ewlekariyê, avakirina girtîgehan û sorkirina dijminatî û nîjadperestiya li hemberî kurdan weke çareseriyê dibînin. Ev polîtîkaye li her ku diçe Qesr û alîgirên wê dewlemendtir dike lê li aliyê din jî bi milyonan kedkaran, gelan neçarî birçîtiyê dike û pêşeroja wan tarî dike. Rê li ber kûrbûna aloziya herêmê vedike. Yek ji sedemên bingehîn a hebûna HDP’ê ew e ku li ser navê gelên bindest, li hemberî vê pergalê derkevin û jiyaneke azad, wekhev, demokratîk û hêjayî rûmeta mirovahiyê ava bikin. Rakirina perdeya li ser derewan, derxistina heqîqetê û lixwegirtina înîsiyatîfê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, peywira me ye. Ji ber ku ev siyaseta heyî, ji ewil li dijî rastiyê şer dike. Dema rastî hatin veşartin, wê demê rê li ber hemû xerabî û zilman tê vekirin. Di vê pêvajoyê de sedema wan êriş û lîncên li dijî HDP’ê tên kirin jî ev e.

Têkoşîna Tirkyeyê ya li dijî DAIŞ’ê, têkoşîneke riyalî ye. Serdanên me yên Şengal û Mexmûrê jî di vê çarçoveyê de hatin plankirin. Weke şandeyeke HDP’ê, di navbera 8-12’ê sibatê de em çûn Şengal û Mexmûrê ku ev dever ji hêla Tirkiyeyê ve hatibûn bombebarankirin. Yek ji rastiyên herî balkêş ku şandeya me lê rasthatî ev bû; derket holê ku têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ’ê dereweke mezin e û hêzên navdewletî jî di mijareke wiha krîtîk de pir qels tevdigerin. Em dixwazin bi vekirî bibêjin;  mixabin lê dewleta ku DAIŞ herî zêde hêzê jê digire, hêzê jê kom dike û amûrên lojîstîkî lê peyda dike, Tirkiye ye. Li ser çapemeniyê jî hatibû parvekirin; kesekî ku xwe weke emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê dida naskirin, digot ku li gelek bajaran çek veşartine û baregeha wan a nû jî Tirkiye ye.

Dixwazin ku hemû destkeftiyên gelê kurd, bi destê DAIŞ’ê tune bikin. DAIŞ ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî berxwedaneke mezin a gel hate têkbirin, dîsa dikeve nava amadekariyên dagirkeriyê û wê derfetê dibîne ku hêza xwe mezintir bike. Êrişa li dijî girtîgeha Hesekê jî li ber çavê hemû hêzên navdewletî, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê kir ku di êrişê de 121 rojavayiyan jiyana xwe ji dest dan. Gelê êzdî, di tevahiya dîrokê de zêdetirî 74 caran rastî komkujiyên mezin hat. Di êrişa DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa sala 2014’an a li dijî Şengalê re rastî mezintirîn qirkirina di dîrokê de hat. Di encama vê qirkirinê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin, di nav de jin û zarok jî 7 hezar êzdî hatin revandin û ev kes li bazarên koleyan hatin firotin. Hêj niha jî aqûbeta 2 hezar û 800 jin û zarokên êzdî nayê zanîn. Li rexa din jî gelek gorên komî li Şengalê hene ku hêj nehatine dîtin. Xelkê êzdî ji bo ku li ser vê xakê dîsa jiyana xwe birêxistin bike, vegeriya. Lê niha jî li pêş çavê hemû dinyayê rastî êrişên hewayî yên Rejîma Qesrê tên. Ev jî weke sosret e.

 Peymana 9’ê Cotmehê

Em dixwazin bi bîr bixin ku di 9’ê cotmeha 2020’an de bi piştgiriya NY, Amerîka û Tirkiyeyê, Bexda û Hewlêrê ‘Peymana Şengalê’ îmze kir. Piştî îmzekirina peymanê, zext û êrişên li ser xelkê Şengalê zêde bûn. Tevî van hemû qewimandinan, şandeya me li herêma Şengalê çavdêriyên xwe kir. Şandeya me serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ), Meclisa Jinan, Nûnerê Gelê ŞÎA yê Şengalê Seyîd Mahmûd, Meclisa Eşîreta Êzidî, Kampa Serdeştê ku xelkê Şengalê xwe lê girtiye, Avahiya Meclisa Gel a Xanesorê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) û goristana komî ya ku 400 êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve lê hatin kuştin, kir.

 MÎT

Li Şengalê 200 hezar kes dijîn. Ji ber vê yekê gelek kes Avusturalya, Amerîka û Kanada jî di nav de, koçberî bi dehan welatan bûn. Hin ji wan neçar dimînin ku li kampên girêdayî PDK’ê yên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bijîn. Bi tevahî 13 kamp hene. Li gorî daxuyaniya şêniyên Şengalê; mirov ji derketina kampan têne astengkirin, ew bi siyasetek asîmîlasyonê re rûbirû dimînin. Malbat bi zorê tên cem hev û parçe dibin. Yek ji agahiyên herî balkêş ku di hevdîtinên me de ji me re gihandine; hate hînbûn ku li ser navê MÎT’ê bang li kesên hatiye kirin, sîxurtî li ser wan hatiye ferzkirin, ger vê yekê nekin dê bên qetilkirin. Agahiyeke din a girîng a ku me bi dest xist; tevî ku Hêzên Parastina Şengalê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke ‘terorîst’ dihat dîtin jî, ji aliyê dewleta Iraqê ve weke hêzeke fermî weke Tûgaya 80’emîn hat qebûlkirin û hemû pêdiviyên wan û alavên wan ji aliyê dewletê ve hatin bicihanîn.

 Êriş

Xelkê Şengalê ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Federal a Kurdistanê nikarîbûn ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê biparêzin, ji bo ku ji êrîşa îhtîmal a DAIŞ’ê biparêzin û careke din rastî qetlîamekê neyên, neçar bûn ku xweparastina xwe ava bikin. Di 16’ê Tebaxa 2021’an de wê di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Rêveberiya Xweser a Şengalê de civîneke fermî pêk bihata. Heyeta ku ji bo hevdîtinê bi heyeta ku serokwezîr Kazimî jî di nav de bû, piştî hevdîtinên destpêkê, heyeta ku li ser navê gelê Şengalê çûbû hevdîtinê, ji aliyê hêzên hewayî yên yên Tirkiyê hate xistin û Seîd Hesen jî berpirsiyarê heyetê Seîd Hesen hat û şofêrê wî hatin kuştin. 17’ê Tebaxa 2021’an danê nîvro nexweşxaneya gundê Skeniyê hate bombebarankirin. 4 xebatkarên tenduristiyê yên êzdî û ereb û 4 wezîfedarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. Di meha kanûnê de wesayîta Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Mervan Bedel li navenda bajêr, nêzî mala wî hatibû bombekirin. Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî di wesayîtê de birîndar bûbûn.

Valekirin

Avahiya Meclisa Gel a Xanesorê di 11’ê Kanûna 2021’an de hat bombebarankirin. Şeva 1-2’ê sibata 2022’an 21 noqte bi saetan hatin bombebarankirin. Di nav deverên hatine bombebarankirî de, herêma Çilmere ya ku ji aliyê êzdiyan ve pîroz dihat dîtin hebû. Di encama van êrişan de 3 kes mirin. Di encamê de di hemû êrişên li ser Şengalê de sivîlan jiyana xwe ji dest didin û xelk mexdûr dibe. Êzdiyên ku hewl didin di bin tehdîda DAIŞ’ê de bijîn jî rastî bombebarana Tirkiyeyê tên. Jiyaneke bê êzidî tê ferzkirin. Komkujiyên ku bi fermanan pêk nayên, hewl tê dayîn bi siyaset û peymanên qirêj bên kirin.

Piştgirî

Şêniyên Şengalê dixwazin balafirên şer û SÎHA’yan li ser wan qedexe bikin. Banga Şengalê ji hemû cîhanê re ew e ku ji bo bidawîkirina vê zilmê bikevin nava liv û tevgerê. Gelê Şengalê yê ku hewl dide di bin bombe û dorpêçan de bijî, ji gelên Tirkiyeyê û hemû cîhanê hêviya piştgiriyê dixwaze. Bang li hêzên demokrasiyê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ekolojîk, rewşenbîr û hunermendan dikin ku biçin Şengalê û serdanan bikin. Gelê Şengalê daxwaza naskirina qirkirina êzdiyan ji aliyê hemû dewletan ve dike. Daxwaz dikin ku hêzên navdewletî yên pêwendîdar bi taybetî Neteweyên Yekbûyî li ser rewşê xwedî gotin bin û pêşengiya astengkirina êrişan bikin.

 Mexmûr

Di serdana me ya Wargeha Mexmûrê de ku gundiyên me yên ku hemû welatiyên Tirkiyeyê bûn, gundên wan di salên 90’î de hatin şewitandin û neçarî koçberiyê bûn, neçar man koç bikin û di nava şert û mercên gelekî giran de bijîn; Me serdana Meclîsa Gel, Meclîsa Jinan a ÎŞTAR’ê, Meclîsa Ciwanan û şaredariyê kir û çavdêrî kirin û li gel guhdarî kir. Heyeta me bi vê perspektîfê serdana Wargeha Mexmûrê ya piştî Şengalê kir û çavdêriyên xwe eşkere kirin. Kampa Mexmûrê kampek e ku di bin berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin û xelkê Mexmûrê piştî li bakûrê Kurdistanê di salên 93-94’an de gund hatin valakirin û îşkence û zext li gundiyan hat kirin, penaber bûne.

Mirina zarokan

Di nava 27 salan de ev kamp bi keda destên mirovan veguherî qada jiyanê. Nêzî 13 hezar kes li kampê dijî. Kampê cihekî jiyana sivîlan e ku herî kêm 5 baxçeyên zarokan, 4 dibistanên seretayî, 1 dibistana amadeyî, 1 dibistana zarokên bi sendroma down, navendeke tenduristiyê û şaredariyeke herêmî ya sivîl heye.

Ji sala 2018’an vir ve xelkê Mexmûrê nikarin biçin bajarên Herema Kurdistanê. Heta nexweş jî nikarin biçin. Hat ragihandin ku gelek jinên ducanî ku nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan zarokên wan ji ber wan çûne. Rêveberiya Herema Kurdistanê ambargoyê daniye ser Mexmûrê. Xelkê Mexmûrê tenê dikare biçe Bexdayê. Ji wir jî di vegerê de tengasiya dibînin. Li gel ku di sala 2018’an ciwan bi erêkirina Neteweyên Yekbû li hemû zanîngehan û Hewlêrê hatin qebûlkirin jî lê belê dîsa destûr nayê dayîn ku biçin zanîngehan. Bi hezaran ciwan ji mafê xwendekariyê bêpar hatiye hiştin û li benda çareseriyê ne. Ciwanên ku diçin Hewlêrê nikarin vegerin Mexmûrê. Beşek ji wan ciwanan du sal in malbatên xwe nedîtine.

 Bombebaran

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li wargehê dewam dike. Hemû gel bi derfetên xwe ewlehiya xwe pêk bîne. Di wargeha ku her eşîretek xwedî hêzeke çekdarî ye û êrişên çeteyan dewam dikin de kurdên li wargehê dijîn 24 saetan di bin gefan de ne. Wargeh di heman demê de rastî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê tê. Bi vê serdana xwe me careke din çavdêrî kir ku cihên ku weke “cihên terorê” ne tên bomberankirin, cihên ku welatî lê dijînin.

 Neteweyên Yekbûyî

Daxwazên gelê Mexmûrê ev in; Divê bombebarandin bê bidawîkirin, ambargoya heyî, qedexeyên xebat û çûn û hatinê, astengiyên li pêş perwerdeya zanîngehê bên rakirin, Divê destûr ji firîna balafirên leşkeri yên li ser wargehê re neyên dayîn. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî parastina mafên bingehîn ên mirovên li wargehê dimînin bikeve nava liv û tevgerê û li ser astengkirina êrişan xebatan bide dest pê kirin.

 Silêmanî

Herî dawÎ şandeya me; ji bo 121 kesên ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Hesekê de jiyana xwe ji dest dane serdana sersaxiyê li Buroya Rêveberiya Herêmî ya Xweser a Silêmanî kir. Pişt re me serdana parlementerên YNK’ê yên li Silêmaniyê kir. Me ji şandeya parlamenteran re çavderî û daxwazên xwe pêşkeş kirin.

Di encamê de hewl hat dayîn ku serdanên şandeya me ya parlamenteran a Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji aliyê hin saziyên çapemeniyê û medya civakî ve bi şêweyê ‘Serdana wargeha PKK’ê’ bê nîşandan. Dîmen û wêneyên ku hatine bikaranîn ji serdana sersaxiyê ya nûnerên şandeya me ya li nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Silêmaniyê hatine girtin û berê jî ji aliyê me ve bi raya giştî re hatine parvekirin. Ev dîmenên ji hesabên nijadperest û alîgirên DAIŞ’ê ji nû ve hatin weşandin û wêneyên endamên HSD’ê yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatin kuştin weke ‘serdana wargehên PKK’ê’ hatin berovajîkirin. Serdana me ya sersaxiyê ji ber 121 mirovên di şerê li dijî DAIŞ’ê yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, wek pêwîstiyek berpirsyariya me ya mirovî û wijdanî pêk hat.

Bang

Di pêvajoyeke ku di serî de hêzên koalîsyonê, civaka navnetewî peyamên sersaxiyê weşandin de em nûçeyên berovajîkirinê yên li ser hesabên nijadperest û aligirên DAIŞ’iyên li Tirkiyeyê hatine weşandin, gelek manîdar dibînin. Her wiha em kesên ku li dijî navê DAIŞ’ê ev qas têkoşîn kirin, li şûna ku bipirsin çawa DAIŞ’ê ev êrîş pêk anî û 121 kes qetil kirin, wek organên propagandayê yên keriyê kujer dixebitin, şermezar dikin. Daxwaza me ewe ku hemû raya giştî ya navneteweyî vê raporê li ber çavan bigire û bikeve nav liv û tevgerê.”

ROJNEWS-NAVENDA NÜÇEYAN

Show More
Back to top button