Siyasetmedarên Iraqê: Sedema êrişan bêdengiya Hikumeta Iraqê ye

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Iraqê êrişên dewlet aTirk a dagirker yên li ser Herêma Kurdistan û Iraqê, bi bêdengiya Hikumeta Iraqê ve girêdan. Bang li Iraqê kirin, ji bo rawestandina êrişan tedbîrên pêwîst bigrin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê roj biroj zêde dibin. Dewleta Tirk a dagirker duh carek din êrişê Şengalê kir, di êrişa balafira bê mirov ya li ser wesayîta sivîlan de, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Iraqê, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Siyasetmedarê Iraqî Basim Xaşan êrişên dewleta dagirker ên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê, bi bêdengiya Hikumeta Iraqê ve girêda. Basim dibêje, sedema dûbare bûna êrişan bêdengiye, tenê di nava heftiyekê de dewleta Tirk gelek caran li ser xaka Iraqê êriş pêkanî. Ev êriş bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê dike û xelkê bê guneh dibe hedefa êrişan.

Basim ji bo rê li êrişên dewleta Tirk were girtin, behsa pêngavên dîplomasiyê dike û got; “Mixabin Hikumeta Iraq li hemberî sucên Tirkiyeyê bêdenge. Divê ji bo rêgirtina li van binpêkirinan, di warê dîplomasî de kar were kirin.”

Çavdêrê siyasî yê Iraqî Kazim Elhac jî li ser heman mijarê axivî, Kazim da zanîn ku Tirkiye ji bo êrişkirinê, sûdê ji qeyrana siyasî ya nav Iraqê û bêdengiya Hikumeta Iraqê werdigre. Li gorî Kazim êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistanê, hemû xwedî armancên dîrokîne û got; “Ev êriş bi armancên dîrokî yên Osmaniyan ve girêdayîne. Li ser hesabê xelkê bê guhen, dixwazin bigihin armanca xwe.”

Kazim Elhad diyarkir ku serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk û Emerîkayê ve hatiye parçekirin û got; “Bang li berpirsên siyasî yên Iraqê, ragihandin û rêxistinên mafê mirovan dikim, li Bakurê Iraqê komkujiyên dewleta Tirk lêkolîn bikin û çavdêr bin.”

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button