Heyeta me bi KNK’ê re civiya

Heyeta ku ji Şengalê li ser navê xelkê me hevdîtinan pêktîne li Silêmanî kar û xebatên xwe berdewam dike. Hate hînbûn ku heyetê herî dawî bi KNK’ê re civiya

Heyeta Şengalê ya ji Serokê PADÊ Omer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sidnî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî pêk tên, ev 3 roj in li Silêmanî têkildarî rewşa Şengalê bi partî û rêxistinên civaka sivîl re dicive.

Heyeta ku piştî li gel Yekgirtûy Îslamî û Tevgera Azadî civiya, îro jî Komîteya Başûr a Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) re civiyaye. Heyet ji aliyê Endamên Komîteya Başûr a KNK’ê Zeyneb Mûstefa, Perwîn Etît, Şoreş Xidir, Endamê Konseya Rêveber a Giştî yê KNK’ê Fewad Cemal  ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civînê Fewad Cemal û Seham Dexîl Reşo axivîn.

Cemal kêfxweşiya xwe ya ji civînê anî ziman û got: “Em KNK bi hemû şêwazê pêşwazî li gelê xwe dikin, biryar û vîna civak Êzidî çi be bi taybet li ser mijara xwerêveberî û mafê rewa, em ê piştgirî bikin. Divê hemû alî û partiyên siyasî piştgiriya vê bike.”

Dexîl jî destnîşan kir ku daxwazên civaka Êzidî vekirî û zelal in û got: “Daxwaza civaka Êzidî xweserî û vegera Êzidiyan a li ser cih û warên xwe ne. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku piştgirî daxwazên civaka Êzidî bikin.”

Show More
Back to top button