‘Serok Apo ji girtîgehê, PKK’ê jî ji lîsta terorê derxînin’ 

Gelê Şengalê jî kampanyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ji nêz de dişopînin. Welatiyên Şengalê bi hêvî ne her du daxwaz di demek zû de pêkwerin û piştgiriya xwe ji bo kampanyê nîşandan.

 

Li çar aliyê cîhanê ji bo xwedî derketina li fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava derxistina PKK’ê ji “Lîsteya terorê” xebatên berfireh têne birêve birin.

Kampanyaya ku ji aliyê Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê ji bo PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin  di 15’ê Mijdarê de hatîbû destpêkirin gelek deng veda. Şengalî jî kampanyayê ji nêzde dişopînin û piştgiriya xwe tînin ser ziman. Şengalî dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehê û PKK jî ji lîsta terorê bê derxistin.

Yek ji Serokeşîrên Şengalê Mam Seydo ku ji eşîra Mala Cindo ye, di destpêkê de heskirin û rêzdariya xwe ji bo Rêber Ocalan anî ser ziman û wiha axivî; “Zilim li Ocalan bûye. Li hevalan bûye. Ocalan xwedî heqe. Daxwaza mafê xwe dike. Xelk wan dikuje, ew jî parastina xwe dikin. Ev di qanûna gerdûnê de heye. Dema yek yekî din kuşt, yê dixwaze bikûje xwedî mafê xwe parastinê ye.”

Serokeşîrê Simoqiyan Mam Seydo, Ocalan wek serokek zêrîn binav kir û wiha pêde çu: “Serok Apo serokek zêrîn e. Heger ne mazlûm ba, wê 23 salan di girtîgehê de nemaba. Gelekî li derdorê wî heye, xelkê wî heye, yê parastina xwe bikin. Tu bixwazî bikujî yê li ber xwe bide. Serok Apo kesek zêrîne. Kesek heqanî ye.”

‘Felsefeya Ocalan bihevre jiyane’

Mam Seydo bal kişand ser heskirina civakan bo Ocalan û anî ser ziman ku bi hezaran kîlometreyan dûr jî mirov dua lê dikin û dibêjin bila emrê wî dirêj be, dibêjin em li pey Serok Apo ne. Seydo wiha got; “Niha em Êzidî li çiyayên Şengalê ne. Em jî dibêjin xwedê emrê wî dirêj ke. Em hatine dinê heya îro, heya me hinek dîrok jî lêkolîn kiriye. Me nedîtiye serokek wekî wî qenc hatiye dinê.”

Seydo bal kişand ser belavbûna fikrê Ocalan li çar aliyê cîhanê û wiha domand : “Felsefeya wî hemû li ser hevre jiyanê ye, ji bo avakirinê ye. Felsefeya wî hemû dil nizmî ye. Dewleta Tirk ewqas kilometre dûrî me çeteyên DAIŞ berda ser me. Serok Apo got zimanê wan Kurdî ye, mirovên me ne, Êzidî koka mene û gerîla şand hawara me. Wî got ger Êzidî nemînin em jî namînin. Heger heqek me heye ew jî bi Êzidiyane. Ger ne ji Rêber Apo biya û gerîla bi hewara me ve nehatiban, wê ji sedî 50’î ji me ji fermanê rizgar nebûyan. Wî em rizgarkirin. Divê mirov bi wijdana xwe biaxive.”

“PKK nabe bixin lîsta reş”

Derbarê kampanya ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê jî Mam Seydo anî ser ziman ku divê mirov bi wijdan nêzî mijarê bibe û got, “Mijar ne ewe em bi PKK’ê re ne an na, mijar ewe ku PKK heq dike bikeve nava vê lîsta terorê de an na. Lê divê PKK ji nava vê lîstê were derxistin. Bi qasî me dîtiye mirovek mîna Ocalan giranbiha nehatiye ser rûyê erdê.”

Di dawiyê de jî Mam Seydo bang li hemû hêz, sazî û welatên cîhanê kir ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîn bikin.

‘Serok Apo ji girtîgehê, PKK’ê jî ji lîsta terorê derxînin’

Cigirê Hevserokê Meclîsa Gel ya Digurê Kamîl jî piştgirîya xwe bo kampanyê anî ziman û got: “PKK ne rêxistinek terore. Divê ji lîsta terorê derbikeve. Banga me li hemû sazî û dezgehên mirovahiyê diparêzin ewe ku ji lîstê derbixînin. Daxwaza me ewe ku Serok Apo ji girtîgehê, PKK’ê jî ji lîsta terorê bê derxistin.”

Di dewamê de Kamil da zanîn ger ne ji saya PKK’ê bûya wê bi hezaran Êzidî hatiban qetilkirin û wiha domand: “Gerîlayan ji bo parastina gelê Şengalê gelek şehîd dan. Ji bona wê wek civaka Êzidî em dixwazin PKK ji lîsta terorê were derxistin.”

“Fikrê azadiyê nabe bikeve lîsta terorê”

Şêniyê Digorê Xelîl Cemo ku heman demê endamê Meclîsa Gele jî got, nabe ku PKK di nav lîsta terorê de be û got: “PKK gelan ji nava nexweşiyan derdixe, ji birçîbûn, mirinê rizgar dike, çawa dibe were xistina nav lîsta terorê de?”

Xelîl Cemo fikrê Rêber Ocalan wek fikrê azadiyê binavkir û da zanîn; “Rêber Apo ji bo mirovahiyê tekoşîn dike. Fikir û felsefeya wî ji mirovahiyê re xizmet dike. Kesek zane ye. Alîkariya gelên bindest dike, wana azad dike. Fikrê wî fikrê azadiyê ye. Em naxwazin siyasetên wiha qirêj li ser mirovên wiha bê kirin.”

BERÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button