Li Silêmaniyê êrişên ser Şengalê hatin şermezarkirin

Çalakvan û rewşenbîrên Silêmaniyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê çalakiyek nerazîbûnê li darxistin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî kirin pêşî li êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bigrin.

Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê hejmarek ji rewşenbîr û çalakvanên bajêr kombûn û li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê nerazîbûn nîşandan.Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Ji komkujiyên Şengalê re na”, “Bijî berxwedana jin û mêrên Êzidî” û “Bimre xiyanet” hatin bilind kirin.Li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê Nivîskar û Çalakvan Nebez Xalid ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê Şengalê mînakek herî baş a jiyana azade, tevî ku gelek ferman bi serê wan hatine, lê wan rêveberiyek xweser avakirine. Biryar dane êdî rê nedin ti desthilatek din xwe li ser wan bide ferzkirin û soz dane çanda xwe bi parêzin.”Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewleta Tirk naxwaze li Şengalê rêveberiya xweser bi serkeve, ji bona wê bi berdewam êrişê ser Şengalê dike.Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraq û civaka navnetewî hat kirin rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bigrin û her wiha bang li tevayî gelê Kurd jî hat kirin li dijî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin.Li ser navê Gruba Asoy Niwê jî Îbrahîm Mihemed axivî û got, “Tişta ku dewleta Tirk dike, kareke ne exlaqî û hovaneye. Pêwîste hikûmeta Iraq û civaka navnetewî bêdeng nebin û rê nedin carek din dewleta Tirk wisan bi hovane êrişê ser gelê me bike.”

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Show More
Back to top button