Berfa salê li Şengalê barî

Li Şengalê bi barîna berfê ya salê di milikê de keyfxweşî, di milekê de zor û zehmetiyan bi xwere aniye

Li Şengalê bi barîna berfê ya salê di milikê de keyfxweşî, di milekê de zor û zehmetiyan bi xwere aniye.

Rojnews di nuçeya xwede bal dikşîne ser rewşa dawî li kampa Serdeştê. Li gora dîmenan kampa serdeştê, li bin çiyayên Şengalê ji berfê sipî bûye. Ev barîna berfê rewşa welatiyên me ji ber ku di bin çadiran de dijîn bi xwere zehmetiyên mezin aniye.

Li gorî daneyên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, li kampa Serdeşt a çiyayê Şengalê, 2 hezar 300 malbat di çadiran de dijîn. Ev malbat di dema êrîşa DAİş’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji neçarî ji Şengalê derneketine û li kampa Serdeştê dijîn.

Di nuçeyê de tê destnîşan kirin ku ji destpêka sala 2021’an de tu alîkarî ji aliyê Wezereta koç û koçberan a Îraqê ve ji bo vê Kempê nehatiye dayîn.

Li gorî agahiyên ji Berpirsê Ofîsa Wezareta Koç û Koçberan hatî girtin, ji aliyê wan ve hemû curên alîkariyê ji ser koçberan hatine qutkirin.

Hinceta wan ya alîkariyê jî vegerandina xelkê me yê li Şengalê ji bo malên xwe bûbû.

Show More
Back to top button