Li wargehek Êzidiyan şewat  

Carek din agir wargeha penaberên Êzidî ya li Dihokê ket, 5 çadir bi temamî şewitîn.

Danê siharê agir bi wargeha penaberan ya Xankê ku li Dihokê ye ket. Di wargehê de penaberên Şengalê jiyan dikin.

Tê gotin ku agir di encama temasa ceyranê de çêbûye û di encam de 5 çadir bi temamî şewitîne.

Hêjayî gotinê ye heya niha gelek caran agir bi wargehên Êzidiyan ên li Hewlêr û Dihokê ketine.

Tevî hemû bangên Rêveberiya Xweser ya Şengalê ên ji bo vegera penaberan, PDK nahêle penaberên di wargehan de vegerin Şengalê û astengiyê ji wan re derdixe.

ROJNEWS

Show More
Back to top button