Rêveberiya Xweser a Efrînê: Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bang li civaka navnetewî kir ku çarenûsa Êzidiyên dema Fermana 73’an de hatin revandin û wenda ne diyar bikin û bang li NY kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê di salvegera 7’emîn a Fermana 73’an a li ser gelê Êzidî ya li Şengalê daxuyanî da. Xweseriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku DAÎŞ’ê bi piştgirî û destekdayîna rasterast ya dewleta Tirk ev komkujî pêk aniye.

Daxuyanî li kampa Berxwedan a Şehbayê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Xweser a herêma Erînê Zelox Reşîd ve hat xwendin. Daxuyanî ya bi zimanê Erebî jî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Naso ve hate xwendin.

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de wiha behsa Fermana 73’an kir; “Xelkê Êzidî ji dîrokê ve rastî gelek fermanan hatiye û ya dawî li ser Şengalê bû. Ji ber ku ji bo Kurdan herêmeke dîrokî û çandî ye û stratejîk e, ji rêxistina DAÎŞ’ê re ku bi rêya Şengalê xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û dest danîn ser sê koşeya sînorî ya di navbera Başûr û Rojava.

3’ê Tebaxê salvegera heftemîn a komkujiya Şengalê ya ku DAÎŞ bi piştgirî û destekdayîna rasterast ê dewleta Tirk pêk aniye.

Ji bo pişaftina dîrok û çanda gelê Êzidî yê bê çek bi hezaran Êzidî bûn qurban, jin û zarok hatin revandin û li bazarên Reqa, Mûsil û hin herêmên din yên di bin serweriya DAÎŞ’ê de hatin firotin. Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin artêşa ,Iraq û hêzên pêşmerge ji nişka ve ji bajar û gundewarên Şengalê vekişiyann û xelkê Êzidî li hember wê komkujiyê bê parastin hiştin. Ew jî planeke navnetewî ya li ser xelkê Êzidî bû, lê ev komplo ji ber mudaxeleya hêzên gerîla û YPG/YPJ’ê ku bi hawara wan ve çûn û rêyên bi ewle di navbera Rojava û Şengalê de vekirin hate pûçkirin. Bi hezaran Êzidiyên bi temen, jin û zarokên ku di çiyayan de bê nan û av û dorpêçkirî mabûn rizgarkirin.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk û PDK’ê di pêkhatina wê fermanê de xwedî rolek sereke bûn û wiha pêde diçe: “Rola sereke di vê komkujiyê de ya dewleta Tirk û hikumeta PDK’ê bû. Dîroka dewleta Tirk tijî komkujî û qirkirina li ser gelê Kurd û bi taybet li ser gelê Êzidî ye ku wan bingeha netewa Kurd dibînin, lewre xwastin wan qir bikin. Xwestin bi dawîkirina hebûna Êzidiyan re hebûna Kurdan bi dawî bikin .”

Xweseriyê di daxuyaniya dayî de her wiha îşaret bi kiryarên dewleta Tirk ya li Efrîn û Bakurê Kurdistanê jî kir û got ku ev jî berdewamiya hişmendiya nijadperest e û dibêje; “Ev kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Bakurê kurdistanê dikin, temamkirina siyaseta plankirî ya jenosîda Kurdan e.

Bûyera herî dawî ango komkujiya Konyayê bû ku tê de 7 welatiyên Kurd ji malbatekê bûn qurbanî; ew jî berdewamiya hişmendiya nijadperest nîşan dide.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bi wan bangan bi dawî bû: “Niha û piştî derbasbûna heft salan li ser komkujiyê hê jî bi hezaran xelkê Êzidî der bi der, koçber û hatine revandin û ti xizmet ji Şengalê re nehat pêşkêşkirin.

Li gor yasayên Iraqê ku her herêmek bixwaze rêveberiya xwe ava bike ew erê dikin, lê heya niha wan tevî avakirina sazî û hêzên parastinê YBŞ-YJŞ’ê, rêveberiya xweser ya Şengalê qebûl nekirine.

Em  Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê wê komploya navdewletî di 7’emîn salvegera bîranîna wê de şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ku çarenûsa kesên hatine revandin û wenda ne diyar bikin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku rêveberiya xweser ya Şengalê nas bikin û piştgiriyê bidin wê.”

ANF

Show More
Back to top button