‘Em ciwan li dîroka xwe vegerin’

Li piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve her roj ji rojê zêdetir gelê Şingalê xwe perwerde û birêxistin dikin. Her wiha di aliyê xwe parastinê de jî her ku diçin hêza xwe ya parastina cewherî mezin dikin û xurt dikin.

Ciwanên Êzîdî kom bi kom tevlî Asayişa Êzîdxanê dibin û bi riya perwerdê xwe nas dikin. Ito Elî Xelef jî Yek ji wan ciwanên Êzîdiye ku roja îro tevlî Asayişa Êzîdxanê bûye û xwe perwerde dike ji me re wiha qala girîngiya xwe perwerde kirinê dike: “Ev çend roje em li vir tevlî perwerde bûne. Perwerda me li ser esasê xwe pêşxistinê ye. Ji bo ku em weke ciwanên Êzîdî bikarin zêdetir xwe nas bikin, çanda xwe nas bikin û li çanda xwe vegerin em îro li vir hazir bûne. Weke her ciwanekî Êzîdî min pêwîstiya xwe ya perwerdê dît da ku bikaribim bibim parêzvanê ax û welatê xwe.”

Ji ber ku Gelê Şingalê beriya ku xweseriya xwe ava bike ji xwe perwerde kirin û rêvebirinê bê par mabû, lê piştî fermana 2014’an civaka Şingalê xwe ji nû de avakir û bi rêve bir. Xelef ê ku ev demeke beşdarî perwerdê bûye wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Ciwanên Êzîdî berî fermanê perwerde nedîtin, piştî 2014’an êdî ciwanên Êzîdî ketin wê zanebûnê ku xwe perwerde bikin. Perwerde tiştekî herî esas  û girîng e bi taybet ji bo me ciwanên Êzîdî. Îro ciwanên me yên Êzîdî bi kêfxweşî û daxwaziyek pir mezin tên tevlî perwerdê dibin û xwe pêş de bibin. Îro Şengal û Êzîdxanê mihtacê ciwanên weke me ye. Îro bi vê perwerdê em li xwe û rastiya xwe vedigerin.”

Ito Xelef di dawiyê de bang li hemû ciwanên Êzîdî dike ku li dîroka xwe bizivirin û axa xwe xwedî derkevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Îro ciwanên me yên Êzîdî li hemberî şerek taybet rû bi rû ye. Ji her alî ve lîstok li ser civaka me û ciwanên me yên Êzîdî hene. Lewma divê ciwan xwe perwerde bikin û bi riya perwerdê xwe zana bikin. Divê em ciwan li dîroka xwe bigerin. Ji bo vê lêgerîna wan jî gelek derfet hene ku bikarbînin. Tenê bila bixwazin û tevlî bibin. Dema mirov destpêkê ji xwe dest pê kir dikare yên kêleka xwe jî perwerde bike û bîne riya rast.”

RADYO ÇIRA ŞINGALÊ

Show More
Back to top button