Bayik: Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyeyê neke

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser gefên dewleta tirk a dagirker li ser Şengalê, Başur û Rojavayê Kurdistanê û ji PDK xwest ku soz bide ku hew ji dewleta tirk a dagirker re sixurî bike

Bayik got divê PDK xizmeta siyaseta qirkirinê neke.

Bayik wiha axivî; “Niha mirov bal bikişîne, heyeta Hûlûsî Akar hat Iraqê û Başûrê Kurdistanê hevdîtin çêkirin ev tê ziman. Diyare ku ev heyetên ku hatine hevdîtin çêkirine hinek biryar girtin e. Ger pêkve biryarek ne girtiban, plan û proje pêş nexistiban wê ev axaftin ne hatibana ziman. Demek ku bingehek ê wê heye, ev hatina Hûlûsî Akar amadekariya wê ye, zemînê wê amade kir. Bi hevdîtinan ew zemîn çêkirin û li ser wî bingehî tevger dikin, ji bo wê ew axaftin tên ziman, dibêjin Tirkiye wê êrîşî Şengal, êrîşî Dêrîk bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Tê wê wateyê ku hinekan soz daye ku pêkve alîkarî kirine û hinek plan pêşxistine.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemil Bayir got Eger ku Tirkiye dixwaze ji bo êrîşî Şengal, Rojava, Herêmên Parastinê yên Medya yê bike ji çi sûd werdigre, li hinek Kurdên ku bi wan re hevkariyê dikin pêwîstî dibine û wiha pêde çu; “Yên ku bi wan re casûsiyê dikin ku ji wan sûd werdigrin û bi alîkariya wan dixwazin wan hedefan pêk bîne. Ger ku ew nebin ne gengaze ku Tirkiye pêngavekê li wan deran bavêje. Ji xwe li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê dorpêçek heye. Kê ew pêşxistiye, PDK’ê ye pêşxistiye, ev bi meh û salane. PDK ev bingeh ava kiriye. Niha Tirkiyê li Hewlêrê bi PDK’ê re civiya, bi hev re nîqaş kirin, lihev kirin, plan pêşxistin û niha li ser wê dimeşin.”

Bayik di nirxandinên xwede wiha got; “Pêwîste gelê me di vir de şiyar be, bikeve ferqê. Dibe ku dewleta Tirk bi alîkariya van dewletan bi alîkariya PDK’ê, sîxûrên nava Kurdan de êrîşê bikin. Gelê me pêwîste ji bo vê amade be. Li her cihî, li gel dewleta Tirkiyê kî dibe bila bibe ku êrîşan bike, pêwîste li dijî êrîşan raweste, berxwedanê bide. Ji derveyî berxwedanê rêyek din ji bo gelê Kurd nîne.”

ÇAVKANÎ; ROJNEWS

Bayik: Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyeyê neke – Rojnews.News – Kurmancî

Show More
Back to top button