Li Şengalê Parka Şehîd Zerdeşt hate vekirin  

Li Komalgeha Digurê ya Şengalê ji aliyê Şaredariya Gel ve parka bi navê Şehîd Zerdeşt Şengalî hate vekirin

Li Komalgeha Dugurê ya Şengalê ji aliyê Şaredariya Gel ve Parka Şehîd Zerdeşt Şengalî bi merasîmekê hate vekirin. Malbatên şehîdan û gelek welatî tevlî merasîma vekirinê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê  baxçe ji aliyê dayika Şehîd Zerdeşt ve hate vekirin.

Di merasîmê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo axivî û got: “Bila dijmin baş zaniba em wek civaka Êzidî wê qet hesab bo wan nekin, emê qet gav paşde navêjin. Her kesekî ji me şehîd bikeve emê gavekê ber bi serkeftinê bavêjin  Dewleta Tirk a dagirker di nava Komalgeha Dugurê de ku sivîl têde ne hevalê me Zerdeşt Şehîd kir. Ji bo em karibin li Şehîdên xwe xwedî derkevin ev Parka  ji aliyê Şaredariya Gel ve hatiya vekirin em spasiya wan dikin.”

Her wiha Kesayetiyê Êzidî Semîr Derwêş jî di serî de Spasiya Şaredariya Gel a Dugurê kir û got:”Warên me bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin û bi saya wan carekî din gel vegeriyane ser malên xwe, ji me jî tê xwestin em li keda Şehîdan xwedî derkevin. Pêwîste li tevahiya Şengalê baxçe û cih bi navê Şehîdan bên vekirin, ji ber ew xwediyê rasteqîne yê vê axê ne.”

Birayê Zerdeşt Şengalî, Serxwebûn Bêrîtan jî spasiya Şaredariya Gel a Dugurê û xelkê Komalgehê kir û got: “Em xwedîderketina gelê Dugurê ya li Şehîd Zerdeşt silav û pîroz dikin. Ev wê dide diyarkirin ku Zerdeşt ne tenê Şehîdê Malbata me ye belkû şehîdê tevahiya gelê Êzidî ye.”

Piştî merasîmê şêranî li ser gel û zarokan hate belavkirin.

Parka  Zerdeşt Şengalî dikeve navanda Komalgeha Dugurê û parkek giştiye. Her wiha di nava parkê de cihekî taybet ji bo lîstikên zarokan hatiye veqetandin.

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî 15’ê Çileya 2020’an li gel şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şengalî di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li ser Komalgeha Dugurê ya Şengalê de şehîd bibûn.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button