Sibe li Şengalê cejna Çarşema Nîsanê wê bi şahiyekê were pîrozkirin

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê wê sibe bi boneya cejna Çarşema Serê Nîsanê şahiyek lidarbixe û sersala Êzidiyan pîroz bike.

Li gorî baweriya Êzidiyan sibe cejna Çarşema Serê Nîsanê ye, ev tê wateya avabûna gerdûnê. Civaka Êzidî vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji bo wan rojên herî bi wate ên salê ne. Bi armanca pîrozkirina Çarşema Nîsanê, wê sibe bi pêşengiya navenda Çand û Hunerê ya Şengalê şahiyek were lidarxistin.

Gorî bernameyê wê sibe li quntara Çiyayê Şengalê, li geliyê Kersê bi amadebûna komên govend û stranan şahî were lidarxistin.

Di şahiyê de wê stranbêj Celo Şengalî, bavê Ferhan, koma dengbêjên Şengalê, hunermend Bager Medî, helbestvan Bêrîvan Heso, ji navenda Çand û Hunerê Hesen Emo û Yaser Şengalî bi berhemên xwe biçin ser dîkê. Herwiha koroya zarokan ya şehîd Zerdeşt jî berhemên xwe pêşkêş bikin.

Gorî agahiyan wê pîrozbahî di saet 13:00’an de bi gotina Qewil û Beytên Êzidiyan destpê bisiklet.

Tê payîn di bernameyê de peyamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û rêxistinên Êzidiyan jî werin xwendin.

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button