Xalid Şengalî: Gelek ciwanên ji koçberiyê vegeriyan beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûn

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Xalid Şengalî diyar kir ku gelek ciwanên ku di sala borî de ji koçberiyê vegeriyan Şengalê, tevlî Asayîşa Êzidxanê bûne û got: "Koçberên ji kampan vedigerin Şengalê li dora saziyên Rêveberiya Xweser kom dibin û ciwan jî berê xwe didin nava refên Asayîşa Êzidxanê."

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Xalid Şengalî têkildarî kar û çalakiyên di sala 2023’an de ji aliyê asayîşê ve li Şengalê hatine meşandin de, ji ajansa me re axivî û îşaret bi gelek xalên girîng kir

‘Ciwanên me yên ji koçberiyê vedigerin, beşdarî xebatên Asayîşê dibin’

Xalid Şengalî di destpêka axaftina xwe de fermandarê Asayîşê Şerzad Şemo yê di sala 2023’an de di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, bibîranî û wiha axivî: “Em sala nû li tevahiya gelê xwe pîroz dikin, bi hêviya bibe sala xêr û xweşiyê. Sala 2023’an ji bo me salekî giran bû û di heman demê de saleke bi coş û moral jî bû. Di nava salê de dijminê me êrişên xwe li ser Şengalê dewam kirin. Xwestin bi van êrişan Şengalê ji gel vala bikin û pêşî li vegera koçberan bigirin. Lê ruxmê hemû êrişan jî xelkê me bi îradeyek bi hêz hemû zehmetî dan milekî û di nava salê de bi hezaran malbatên me vegeriyan ser cih û warê xwe. Ev malbatên vegeriyane ji aliyê Asayîş, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatine pêşwazîkirin. Gelê me yê ku vedigerin rastiya me dibînin û li ser wî esasî li dora Rêveberiya Xweser kom dibin. Taybet ciwanên me ku 9 salin ji axa xwe dûrin şerekî taybet li ser wan hatiye meşandin, dema vedigerin rastiya me dibînin beşdarî nav refên Asayîşê dibin.”

‘Şerê taybet yê li ser ciwanan hate vala derxistin’

Xalid Şengalî daxuyakirin ku sala borî ji hemû salan zêdetir ciwanên Êzidî berê xwe dan nava refên Asayîşê û wiha pê de çû: “Sala borî bû sala xwe rêxistinkirin û perwerdehiyê. Zêdeyî 10 dewre ji bo endamên nû hate vekirin. Piraniya ciwanên tevlî dewreyên perwerdeyêbûn, ciwanên ji koçberiyê vegeriyabûn. Ciwanên koçber yên dibin bandora şerê taybet de bûn, piştî vegeriyan Şengalê tevlî hêzên ewlekarî û parastinê bûn. Dijmin dixwest ciwanan ji bo xwe bikarbîne û li dijî civakê bide karanîn. Lê ciwan heya astekî ev pîlanên dijmin vala derxistin. Lê hîn jî şerê taybet yê li ser ciwanan dewam dike.”

‘Kesên hevkariyê bi dijmin re bikin nayên efûkirin’

Endamê Rêveberiya Asayişa Êzidxanê da zanîn ku di nava salê de gelek kes ji ber pirsgirêkên civakî û sedemên yasayî hatine girtin, lê bi hemahengiya li gel saziyên Rêveberiya Xweser û dadgeha civakî hatine çareserkirin û berdan, lê hinek kesên bûne xeterî li ser civakê û herêmê, ketine bin bandora dijmin û xwestine wan li dijî pêşengên civakê bikarbînin, ew kes ji aliyê civakê ve nayên efûkirin.

‘Tevî hemû êrişan jî gel vegeriya ser cih û warê xwe’

Têkildarî êrişên dijî Şengalê jî Xalid Şengalî wiha axivî: “Wek her timî sala borî jî dijmin gelek êriş dijî Şengalê pêkanî û pêşengên gelê me hedef girtin. Di serî de ji rêveberiya Asayîşê hevalê me Şerzad Şemo hate şehîdkirin. Ji ber nekarîn bi planên xwe asayîşê tine bikin, lewma heval Şerzad Şemo ku pêşengê gel bû hedef girtin. Lê bi şehîdxistina pêşengan nikarin pêşî li mezinbûna xebatên me bigirin û bi sedan ciwanên nû tevlî xebatên asayîşê bûn. Asayîşa me weke bersivek ji êrişan re, bi lidarxistina konferansê, rewşa xwe berçavan re derbas kir û derbasê qonaxeke nû ya xebatê bû. Ji bo parastina herêmê jî em bi polîsên federal ên Iraqê re jî di nava hemahengiyê de ne. Armanc parastina civakê û herêmê ye.”

Vegera li Şengalê, xwedî derketina li keda şehîdan e’

Xalid Şengalî axaftina xwe bi banga vegerê ya li koçberan bi dawî kir û got: “Dema kesek ne li ser axa xwe bijî, wê nekare xizmetê ji civaka xwe re bike û bibe xwedî îrade. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin berê xwe bidin Şengalê û cihê xwe di parastin û rêvebirina herêmê de bigrin. Vegera li ser axa xwe xwedî derketina li keda Şehîda ne.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button