Di komxebata ciwanan de girîngiya naskirina Rêber Apo û parastina Şengalê derket pêş

Di Komxebata Ciwanên Şengalê ya li ser paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyamên girîng yên derbarê rola ciwanan di parastin û mîsogerkirina Rêveberiya Xweser û Demokratîk ya Şengalê de hate nîqaşkirin û peyama: ‘Naskirina fikrên Rêber Apo civaka Êzidî ji fermanan diparêze, divê ciwan xwe  li ser fikrên Rêber Apo perwerde bikin, rêxistin bikin û ji bo mîsogerkirin û parastina Rêveberiya Xweser a Şengalê de bi roleke sereke rabin’ hate derkete pêş.

Îro bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê (YJCŞ) komxebatek li ser ‘Ciwan û Rêbertî’, rola ciwanan di parastin û xebatên înşayê de hate lidarxistin.

Komxebata saet 13.00’an destpêkir, heya saet 17.00’an dewam kir. Gelek ciwan ji her devera Şengalê tevlî komxebatê bûn. Li gel semînerên derbarê nasandina fikrên Rêber Apo ji bo civaka Êzidî de, bi taybet jî li ser girîngiya parastina ciwanên Şengalê ji xebatên xwe û civaka xweparastinê re hate sekinin.

Komxebat bi guhdarîkirina fikrên Rêber Apo yên li ser ciwan û têkoşînê destpêkir û paşê hem dîwana komxebatê hem jî ciwanên beşdarbûn tevlî nîqaşan bûn û nêrînên xwe parvekirin.

Di komxebatê de li gel Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Cîhan Celo ji saziyên cûda yên jin û Şengalê jî mêhvan amadebûn.

Di komxebatê de, bi taybet îşaret bi metirsiyên li ser ewlekariya civaka Êzidî û Şengalê jî hate destgirtin û ji dîwanê Mahîr Êzidî vê peyamê da: “Ji bo em xwe ji fermanan biparêzin divê em Rêber Apo nas bikin, piştgirî bidin hêzên xwe yên parastinê yên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê. Erka me ya serekeye em xwe û civaka xwe biparêzinj.”

‘Divê Ciwan Bêtirs Bin’

Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî ku weke mêvan di komxebatê de amade bû, bi taybet îşaret bi girîngiya beşdariya ciwanan ji xebatên parastina Şengalê re kir û got: ‘Pêwîste ciwan ji êrişan netirsin. Ji bo vêya jî divê hemû fermanên bi ser me de hatine, bizanin û ders jê derbixin. Divê em li ser vêya bifikirin û bizanin li beramber her metirsiyekî çawa li ber xwe bidin û Şengalê biparêzin. Êzidî berê li gelek cihan hebûn, lê niha nemane. Divê em netirsin û birihê ciwantiyê bijîn. Eger em li berxwe nedin û parastina Şengalê nekin, emê têk biçin. Çima em ji mala Barzanî û PDK’ê bitirsin? Ya ji me têxwestin divê em weke Êzidî xwe û çiyayên xwe biparêzin, li gel hêzên xwe yên parastinê bisekinin. Girêdana bi malbatên xwere, di parastina wan re derbas dibe. Divê hûn ruhê xwe yê ciwantiyê biparêzin. Eger hun dîroka Êzdayetî û felsefeya Rêbertî bixwînin,hunê bizanin berxwedan û têkoşîn çawa pêşdikeve.’

‘Erka Ciwanan Mîsogerkirina Rêveberiya Xwesere’

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Cîhan Celo jî beşdarê komxebatê bû û di komxebatê de îşaret bi xalên girîng kir û wiha axivî: ‘Berxwedan bi rêxistinbûnê dibe. Berê Şengal belave bû û ser bi partiyan bû. Lê niha rêxistina xwe avakiriye, lê lewazin. Erka bihêzkirina saziyên Şengalê û Rêveberiya Xweser û mîsogerkirina wê dikeve ser milê ciwanan. Karê ciwanan tenê meş û çalaki nîne, divê beşdarê meclisan jî bin. Divê were zanîn yên nehiştin peyaman 9’ê Cotmehê pêk were, ciwan û jin bûn. Çima Şengal hemû di destê me de nebe û em parastina xwe bidin destê hinek din? Pêwîste ciwan bizanin em ne lewazin û dikarin li beramber her êrîşek rawestin.Eger em li beramber 74 fermanan sekinîne, dikarin li li hember hemû êrîşan jî rawestin. Pêwîste em xwe û rêxistina xwe rêxistin bikin û rê nedin kes destbijavêje vir.’

‘Projeya Rêber Apo Projeya Çareseriyêye’

Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî jî îşaret bi projeya çareseriyê ya Rêber Ocalan kir û got: ‘Projeya Rêber Apo projeya çareseriyêye, divê em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û li dijî komploya 9’ê Cotmehê têbikoşin. Erka mîsogerkirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî dikeve ser milê ciwanên Êzidî.’

Ciwanê bi navê Merwan Borik ku li cihê komxebatê derbarê beşdariya xwede ji ajansa me re axivî, wiha got: ‘Rêber Apo ji bo civakek bindest û bi taybet jî ji bo civaka êzidî gelek girînge. Ancax em bi naskirina Rêber Apo, pêşî li fermanan were bigirin. Ji saya perwerdeya ku me dîtiye, niha em dikarin rê li fermanan bigirin.’

Xalên di nîqaşan de derketin pêş jî wiha bûn:

-Ciwan wê bixwe rêxistinkirinê re Şengalê ji êrişan biparêzin û wê rê nede destwerdanan.

-Fikrê Rêber Apo Şengalê parast, ne 12 hezar pêşmerge.

-Ciwan êdî weke bere nînin, xwedî rêxistin û hêza parastinê ye.

-Divê ciwanên Şengalê xwe perwerde bikin, baş îfade bikin û herkes hêza wan bibîne.

-Divê ne em ji yên dijberê me bitirsin, yên dijber û dijminên me ji me bitirsin.

-Bê xwe perwerdekirin û rêxistinkirin, wê parastin jî nebe.

-Dijmin dixwaze dest biavêje ciwanan, bi lîstikên qirêj bi destê ciwanên Êzidî civakê xirap bike. Pêwîste ciwanên Êzidî li dijî vêya raweste.

-Eger ciwanek bi 100 dolarî dikeve xefka dijmin, bi dijmin tê xapandin û dikevin xefkên wan, divê Yekîtiya Ciwanên Êzidî xwe ji vêya berpirsyar bibîne.

Komxebat bi dirûşmeyên ‘bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawîbû.

Show More
Back to top button