‘İro mijara wan çek e, sibê Êzidiyatiye’

Endama TAJÊ Zehrê Şemo destnîşan kir ku bêyî destûr û erêkirina civaka me ew ê ti peymaneke li ser Şengalê qebûl nekin û got, "Ji niha û pê ve em ê serî li ber kesî netewînin"

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrê Şemo behsa beriya fermana sala 2014’an kir û diyar kir ku wê demê hêzên Iraq û PDK’ê li Şengalê hebûne; beriya êrişa DAÎŞ’ê destpê bike wan hêzan Şengal terikandin û rê li ber fermanê ya bi destê DAÎŞ’ê vekirin. Şemo got: “Hêzên Iraqê û yên PDK’ê piştî fermanê dîtin ku me asayîş û rêveberiya xwe ava kirine, niha û bi taybetî ev 4 meh in ku bi awayekî eşkere û veşartî bi her awayî gefê li Şengalê dixwin. Ev 4 meh in ku li ber asayîşê konê berxwedanê hatiye danîn, her roj dibêjin ku em ê filan saetê li we bidin.”

‘EM JI YA XWE NAYÊN XWARÊ’

Şemo destnîşan kir bi wan gefên ku dixwin wisa dizanin ku xelkê me yê ji gefê wan bitirsin û wiha domand: “Dewleta Tirk çiqasê tank û topan bîne ser Şengalê û malbata Barzanî jî piştgiriyê bide wê em ji wan natirsin. Bila dijminê me baş bizane, bila Erdogan, mala Barzanî û heta Papa ku em 03.08.2014’an bi çekên Papa hatin kuştin baş bizanin; hemû rojê ji me re dibêjin çekên xwe deynin; em ê çima çekên xwe deynin? Em çekên xwe deynin ku dîsa hûn me bi dehan û sedan bidin ber xwe û dîsa me bikin misilman, bikujin û malên me bişewitînin; hûn dixwazin her tişt bi keyfa we be û em bindestê we bin û çi bixwazin bînin serê me. Em careke din wê tiştê qebûl nakin.”

‘DI SERÎ DE IRAQ Û HÊZÊN HERÊMÎ EM FIROTIN’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dayika Zehrê Şemo qala fermana sala 2014’an kir û wiha pêde çû: “Sala 2014’an hêzên Iraq û yên PDK’ê li wir hebûn, me ji wan re çepik lêdixist û tîlîlî dikêşand, lê wan em firotin. Hikumeta Iraqê jî em firotin, wê demê Heşdî Şebî jî hebû, wana hemûyan em firotin.”

‘YÊN FERMAN PÊK ANÎN BARZANÎ Û ERDOGAN BÛN’

Dayika Şemo daxuyakirin ku hikumeta Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê Şengal firotin û wiha qala bûyerên dema fermanê kir: “Roja fermanê tu dibînî ku çi bi serê jinên Êzidî hat, li Sîba Şêx Xidirê ku ev jî fermanek bû dîsa yên ew pêkanîn mala Barzanî û Erdogan bû. Agir bi Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ket, lê wan gotin seyda razaye, deng dernexin bila seyda ji xewa xwe ranebe.”

‘EM Ê CAREKÎ DIN SERÎ NETEWÎNIN, NE ÊRÎŞ, GEF Û FERMANAN QEBÛL DIKIN’

Dayika Şemo bal kişand ser peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera Tirkiye-Iraq û PDK’ê de û anî ziman ev 4 meh in hewl didin bi hikûmeta Iraqê re hevdîtinê çêbikin, lê rayedarên hikûmeta Iraqê bi hincetên vala hewl didin daxwazên civaka me bê encam bihêlin. Dayika Şemo bibîr xist ku ew ê ti carî li hemberî wan serî netewînin û got: “Careke din em ti êrîş, ferman û gefên dijmin li ser xwe qebûl nakin, çi peyman û îmzeyên derbarê Şengalê çêdikin, eger ne bi îmzeya jinên Êzidî ango bi erêkirina wan nebe wê hevdîtin û planên wan pêk neyê, em qebûl nakin û pêwîste îro lêborîna xwe ji jinên Êzidî bixwazin. Pêwîste Papa, Mesûd Barzanî û Erdogan lêborîn bixwazin. Jina Êzidî êdî fermanekî din li ser xwe qebûl nake. Sazî û dezgehên me, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya me çêbûne, îro jina Êzidî li her derê çi di qada leşkerî, sivîl û hwd de cihê xwe girtiye; jin hewfermana li ser xwe qebûl dike.”

‘EGER EM ÇEK DANIN, WÊ BÊJIN DEV JI OLA XWE JÎ BERDIN’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dayika Zehrê Şemo bal kişand ser Kona Berxwedanê ya li ber Asayîşa Êzidxanê tê rêvebirin ku hikûmeta Iraqê dem dabû ku heta 1’ê Nîsanê wê mudaxele bikira û got: “1’ê Nîsanê weke dîroka dawî dabûn me ku em bitirsin, çekên xwe deynin û asayîşên xwe rakin. Lê 1’ê Nîsanê gel û asayîş hemû rabûn ser xwe û em çûn serê çiya. Berxwedaniya gel û ya jinan jî ku ew êrîş qebûl nekirin bû sedem ku nekarîn tiştekê bêjin û bêdeng man. Niha hin planên din dixwazin deynin, duh dîsa jî (Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî) hevdîtin kirine. Her roj li cihekê dicivin û planên xwe li ser Şengalê çêdikn. Niha li Şengalê aramî heye. Niha xwe parastin heye, em xwe rêvedibin. Niha jinên Êzidî ku beriya fermanê em ji çekê ditirsiyan, lê niha em dikarin şerê xwe bikin, li berxwe bidin û xwe biparêzin. Rastî jî eger me û asayîşa me qebûl bikira ku çek deyne, wê di dawiyê de bigotiban dest ji ola xwe berdin, wê bigotiban bila yek ol, yek al û yek ziman be. Em vê yekê qebûl nakin û em ola xwe naspêrin tu kesî. Em serê xwe bidin em sira xwe nadin.”

‘LI HINEK CIHAN BI CIH BÛN, SÎNOR Û RÊYA BAŞÛR LI ME GIRTIN’

Dayika Zehrê qala encamê berxwedaniya xelkê Şengalê kir û wiha pêde çû: “Eger me li berxwe nedaba, wê carê vê bigotiban çekên xwe deynin. Em her roj dibînin ku leşkerên wan di nava gel de ne, çekên wan li milê wane, fîşek li ber e û tiliya wan li ser tetîkê ye û bera wan li milet e. Beriya niha asayîşê li aliyê Sinûnê çend noqteyên kontrolê dane wan, me ji wan re rêz girt û ew yek kir. Li ser sînor xwe bi cih kirin û niha sînor li ser me girtine, rêya Başûr li me girtine û kesek nawêre biçe doktor. Bi vî rengî dixwazin hêdî hêdî em her aliyê ji destê me bigrin û em asayîşa xwe ji holê rakin. Lê em piştgiriya asayîşa xwe dikin û xelkê Şengalê hemû îro piştgiriya sazî û leşkerên xwe dike. Careke din em serê xwe natewînin, bila ew çekên xwe deynin. Wana leşkerên xwe li devera Sinûnê bi cih kirine, ew jî leşkerin em jî leşkerin. Çima em ê xwe bikin mêhvan? Em careke din li ser serê xwe qebûl nakin. Yên di tengaviyê de ji me re kirî, em ê ji wan re bikin. Eger te dema fermanê û tengaviyê de ji me re kiriba me yê jî qebûl bikira. Ew Iraqî û em Iraqî bûn. Em xwe Iraqî dibînin.”

‘PKK LI ŞENGALÊ NÎNE, YBŞ Û YJŞ HENE EW HEMÛ ZAROKÊN ME NE’

Dayika Şemo îşaret bi gotinên derbarê hebûna PKK’ê ya li Şengalê kir û got: “Dibêjin PKK li Şengalê heye, li Şengalê PKK nîne. YBŞ hemû zarokên me ne, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî hemû keçên me ne. Keçên me li berxwe didin û xwe ji ber êşa jinên Êzidî avakirine, xwe kirine leşker û parastina jinên Êzidî dikin. Îro YJŞ, YBŞ û asayîşa me heye, ti pêwîstiya me bi yekê din re nîne. Em piştgiriyê dixwazin, em dixwazin ku piştgiryê bidin me û nehêlin em bikevin destê hovan û DAÎŞ’ê. Li şûna wê îro hemû bûne yek û Şengal xistine metirsiyê. Lê wê ew li Şengalê vala derkevin. Em jê natirsin, weke cara berê ku me kuştin û qetilîam dît, êdî tiştekê ku em ji wan bitirsin nemaye. Em ji ti tiştî natirsin û em rastiyê dibêjin.”

‘EM DEYNDARÊ RÊBER APO NE, EM ZANA KIRIN Û GIHANDIN ÎRO’

Herî dawî Şemo got ku asayîşa Êzidxanê îro xelk û jinên Şengalê, xwe û ola diparêze û ev yek ti metirsiyekê ji bo gelên herêmê çênake û wiha bang li civaka me kir: “Bangewaziya min a ji bo hemû Êzidiyên her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku bila nebin aliyê berjewendiyên takekesî û pereyan, bibin aliyê rumet û namûsê, ol û baweriya xwebiparêzin, xwedî li êşa dayik, xwişk û keçên xwe derkevin ku heya niha jî li kampanin û li bazaran tên firotin. Li vê rumetê xwedî derbikevin, niha Şengal di rewşa hebûn û nebûnê de ye, em ê li berxwe bidin, em ê serbikevin û dijmin vala derxînin. Heya ku em sax bin û ruh di bedena me de hebe, em deyndarê Rêber Apo ne. Wî em zane kirin, me bi vê fikrê xwe zana û perwerde kir û me xwe gihande îro. Raste ku niha li Şengalê nînin lê em bi fikrê PKK’ê û Serok Apo gihîştine vê rojê û em xwe diparêzin.”

ÇAVKANÎ: ŞİNGAL-ANF

https://anfkurdi.com/kurdistan/eger-em-ceke-deynin-we-bejin-dest-ji-Ezidiyate-ji-berdin-lewma-em-seri-natewinin-141110

Show More
Back to top button