Şandeya Amerîka piştî PDK’ê seredana YNK’ê kir

Yek ji rojeva civînê û şandenê Şengal bû

Şandeya Amerîka piştî ku li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya, îro jî serdana Hevserokên YNK’ê kir. Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di civînê de carek din got, “Em tevli şerê binkeftî yê birakujiyê nabin. Divê alozî bi rêya diyalogê were bi dawî kirin.”

Şandeya Amerîka ku ji Balyozê Amerîka yê Iraq û Herêma Kurdistanê pêktê duh serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrur Barzanî kiribû.

Şandeya Amerîka îro jî serdana Hevserokên YNK’ê kir. Têkildarî hevdîtina li gel şandeya Amerîkayê Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê Facebook’ê daxuyaniyek belav kir.

Şêx Cengî got; “Me îro li Silêmaniyê pêşwaziya Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller, Konsolê Amerîka yê Herêma Kurdistanê Rob Waller û şandeya pêre kir. Me di hevdîtinê de li ser pêşhat û guhertinên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî nîqaş kirin. Ji bo dîtina rêyên çareseriya pirsgirêkan her wiha yekrêziya nava aliyan a ji bo aramî û seqamgiriya siyasî ya Herêmê hem fikir bûn.”

Lahor Şêx Cengî ragihand ew ê hewil bidin piştî hilbijartinan aliyên din jî bînin bin sîwana Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî daku bikarin hîn bi hêztir li Bexdayê mafên Kurdan bidestxin.

Her wiha Lahor Şêx Cengî got; “Me carek din diyarkir ku wek YNK tevli şerê binkeftî yê birakujiyê nabin û daxwaz dikîn bi aştiyê dawî li aloziyên heyî were anîn.”

Li ser rewşa Şengalê jî Şêx Cengî got; “Me di civînê de behsa rewşa Şengalê jî kir, me îşaret bi paşxistin û tevlînekirina Êzidiyan a di lehvekirina li ser Şengalê de kir ku ew faktorek giringin ji bo pêkhatina aramiya navçeyê.”

Şêx Cengî di beşek din a daxuyaniya xwe de dibêje, wek YNK wan amadebûna xwe ji bo reform û yekxistina hêzên pêşmerge nîşan dane.

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Show More
Back to top button