44 roj derbasbûn hîna Êzidiyên hatine girtin nehatine berdan
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin di 20’ê Kanuna 2021’an de bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav kirin. Di roja 3’yemîn de, ciwan ji aliyê polîsên Iraqê ve li Sinunê hatin astengkirin. Polîsan bêyî ku hîncetekê nîşan bidin, rê li ciwanan girtin û 3 ciwanên bi navê Salim Dawid Silêman (17), Elî Xêrî Eliyas (21) û şofêrê wan Xwedêda Hecî Heyder jî girtin. Tevî ku rayedarên polîsan soz dabûn ku ewê di nava demek kurt de ciwanan berdin lê 44 roj derbasbûn hîna her sê ciwan nehatine berdan.
Bertek û nerazîbûnên gelê Şengalê ya li beramberî girtina ciwanan didome. Welatiyan bi rêya Rojnews helwesta xwe ya dijî girtina ciwanan anîn ziman.
Endamê Meclîsa Gel ya Tilqeseb ya Şengalê Dexîl Hecî, nerazîbûna xwe ji ber girtina ciwanan anî ser ziman û got; “Ew ciwan Iraqî ne. Welatiyên Iraqê ne. Dijî hikumetê jî ti tiştek xelet nekirine. Ger hincet çalakî ne, çalakî jî li her derî hene. Çalakî li Bexdayê, li Besrayê hene. Ew jî li mafên xwe digerin. Xelkê me ji fermanan derbas bûye. Sucên wan nîne. Li tevahiya Iraqê çalakî çêdibin. Xelkê me pir zor û zehmetî dîtiye. Em dixwazin ciwanên me bên berdan.”
Dexîl Hecî balkişand ser sedemên venegerîna xelkê Şengalê ya ji kampên koçberan û got: “Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û zextên hikûmeta Kazimî yên li ser xelkê Şengalê, welatiyên Şengalê yên li nava kampên koçberan venagerin Şengalê.”
‘Ji ber artêş di nav bajêr de ye, em nerehetin’
Ciwanê bi navê Hebîb Dexîl yê ji Girzêrik jî derbarê girtina ciwanan de got; “Ev demeke dirêje bêy ku tiştek li ser wan hatibe isbatkirin hatine girtin. Wesayîtek ya artêşa Iraqê hatiye şewitandin dixwazin bixin stûyê wan de. Em daxwaz dikin ciwanên me di demek zû de werin berdan.”
Hebîb Dexîl da zanîn armanca zext û gefên li ser Şengalê şikandina îradeya gele û wiha domand: “Niha li nava kolanên Şengalê hejmarek mezin a leşkerên Iraqê bi cih bûye. Em ji vê rewşê nerehetin. Di sala 2014’an de em ne parastin, niha jî pêwîstî bi wan nine, bila li dervey bajêr bi cih bibin.”
‘Karê artêşê parastina sinore’
Şêniyê Til Qesep yê bi navê Tariq jî girtina ciwanên Êzidî rexne kir û got; “Em ji vê rewşê acizin. Heger mirov li welatekê dijî, li ser axekê dijî jê mafê welatîbûna xwe dixwaze. Heqê xwe bi heqî divê. Mesele meseleyekî mirovî ye. Em ne dilxweşin ku zext û astengî li ser şêniyan çêdibe. Em di serî de ji hikumeta Iraqê û dewletên din daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin me ku em van zext, gefan li ser civaka xwe rakin.”
Her wiha Tariq rexne li bi cihbûna artêşê ya nava bajêr jî kir û got, erka parastina hindirê bajêr ya polîsane, ne ya artêşê ye. Karê artêşê parastina sinore.
Di dawiyê de jî Tariq da zanîn ji derveyî berxwedanî û tekoşînê ti rêyekî din ji bo civaka Êzidî nemaye û xwest civak piştgiriya hev bike, bi hevre tekoşîn bike.
BÊRÎVAN ŞENGALÎ