Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê: Ev roj cejna gelên bindeste

Li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser semînerek li ser 4'ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Ocalan hate dayîn û têde hate gotin; "Çarşema Serê Nîsanê kewna dinyayêye û cejna gelê Êzidiye. Lê 4'ê Nîsanê jî cejna hemû gelên bindeste. Divê em fikrê azadiyê Rêber Apo ku li cîhanê belavbûye, zêdetir bixwînin û fêm bikin."

Li Meclîsa Gel a Navenda Şengalê bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser semînerek li ser rojbûna Rêber Abdullah Öcalan hate dayîn. Di semînerê de behsa girîngiya derketina Rêber Apo ji bo parastina mafên gelên bindest hate kirin. Di semînerê de hem axaftin hate kirin, hem sînevîzyon hem jî anîmasyoneke li ser derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo hate nîşandan

Destpêkê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dayê Neam Bedel axivî. Dayê Neam diyar kir, wan dê semînerê 2’yê Nîsanê daba, ji ber êrişa hewayî ya li Serdeştê taloqê vê rojê kirine û got: “Tevî hemû zext û êrişên dijmin jî emê civînên xwe lidarbixin û karê xwe bidomînin.”

Dayê Neam diyar kir ku meha Nîsanê mehek pîroze û da diyarkirin kewna dinyayê di vê mehê de bûye got: “Rêber Apo jî di vê mehê de hatiye dinyayê. Hemû xweza di vê rojê de şîn dibe û ev roj ji bo me cejne. Baweriya Êzdayetî û fikrê Rêber Apo nêzî heve. Ji ber vê em vê rojê ji xwere weke cejin dibînin. 4’ê Nîsanê cejna hemû gelên bindeste. 4’ê Nîsanê cejna her mirovek azadîxwaze.”

Piştî semînerê endamê Meclîsa Gel a Şengalê Qasim Fîqfîq jî behsa girîngiya naskirin û belavkirina fikrê Rêber Ocalan kir û ji hemû Êzidiyan xwest, vê fikrê azadîxwaz yên Rêber Ocalan bixwînin û fêm bikin.

Piştî Semîner û axaftinan sînevîzyonek bi nirxandinên Rêber Ocalan û anîmasyonek li ser derketina Tevgera Apoyî hate temaşekirin.

Semîner bi dirûşmeya, ‘Bê Serok Jiyan nabe, bi dawîbû’.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button