Qehtan Xelîl: Divê Êzidî tifaqa li Şengalê mezin bikin

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl liv û tevgera siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn wekî ‘amadekariya şerekî cîhanî’ nirxand û got: “Divê Êzidî jî xwedî bernameyek bin, tifaq û yekîtîya xwe pêş bixin. Eger Êzidî piştgiriya tifaqê bikin û tifaqê mezin bikin, wê li ser navê Ezdatiyê bernameyeke hevbeş çêbibe.”

Di salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê de, duh hemû pêkhateyên Şengalê li hev kom bûn û helwesta xwe ya li dijî hemû komplo, plan û syaseta qirêj a li ser Kurdistanê û Êzîdxanê bi yekdengî nîşan dan. Di meşê de, biryara şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û daxwaza azadiya wî, her wiha têkoşîna li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ku civaka Êzidî wekî ‘Fermana Yasayî’ binav dike, careke din ji raya giştî re hate ragihandin.

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî ji aliyekî ve li dijî planên qirêj ên li ser Şengalê xebatên tifaqa hêz û aliyên siyasî dimeşînin, li aliyê din ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hewl didin plan û bernameyên nû pêş bixin.

‘Peymana 9’ê Cotmehê îradeya Şengalê temsîl nake’

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl rewşa Şengalê, rojeva Rêveberiya Xweser û geşedanên nû yên li herêmê nirxandin. Qehtan Xelîl bibîrxist ku PDK û hikumeta Kazimî bi navê Peymana 9’ê Cotmehê komployeke li ser Şengalê birêxistinkirine û ev nirxandin kir: “Em çima wekî komplo binav dikin? Ji ber ku dema li ser Şengalê lihevkirinek çêbe û gelê Şengalê, nûnerên wî û ew îradeya ku di sala 2014’an de li Çiyayê Şengalê mayî, tevlî vê lihevkirinê neyê kirin, temsîla gelê Şengalê di van peymanan de nebe, em vê wekî komployek binav dikin.”

‘Em qebûl nakin Şengal vegere beriya 2014’an’

Qehtan Xelîl destnîşan kir ku bi vê peymanê re dixwazin ew hêzên ku di fermanê de ji Şengalê bazdane û Êzidî xistine nav destê DAIŞ’ê de, careke din vegerînin Şengalê û helwesta gelê Şengalê wiha anî ser ziman: “Gelê Şengalê qebûl nake ku Şengal vegere beriya sala 2014’an. Em qebûl nakin ku hevkarên fermanê û xiyanetkar carek din vegerin Şengalê. Êdî li Şengalê îradeyeke ava bûye, gelê Şengalê di fermanê de hêzên xwe yên parastinê ava kirine. Şikandina DAIŞ’ê li Iraqê li Çiyayê Şengalê destpêkir.”

‘Dewletên bazirgan Rêber Ocalan kirin hedef’

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl girêdayî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan jî ev tişt got: “Li dinyayê niha bazirganî li ser xwîna însanan tê kirin. Bi milyonan însan xwe bi fikrê Rêber Ocalan bi însaniyetî birêve dibin. Dewletên cîhanê ku li ser xwîna însanan bazirganiyê dikin, Rêber Ocalan kirin hedef.”

‘Divê Êzidî bernameyeke hevbeş amade bikin’

Qehtan Xelîl di dewama nirxandina xwe de balkêşa ser liv û tevgera siyasî û leşkeri ya herêmê jî û wiha berdewam kir: “Niha amadekariya şerekî cîhanî tê kirin. Divê Êzidî jî bernameyek wan hebe, tifaq û yekîtîya xwe pêş bixin. Li pêşiya me hilbijartinên parêzgehan heye, hêz û aliyên Şengalî tifaqa xwe ragihandine. Hemû hêzên Şengalî yên ku di fermanê de li ber xwe dane û li Çiyayê Şengalê mane, yên xiyanetê li Êzidiyan nekirine tifaqek ava kirine. Eger Êzidî piştgiriya vê tifaqê bikin û vê tifaqê mezin bikin û li ser navê Ezdatiyê bernameyeke hevbeş çêbibe, wê gelekî baş be.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button