‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ'ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam dan: "Mirovê ku xiyanetê li axa xwe bikin, em dikarin çi ji wan re bêjin? Em dikarin bêjin bimire îxanet, bimire hevkarên dijmin! Dema xiyanetê li miletê xwe bikin, xiyanetê li axa xwe bikin, em wan hesab nakin ku Şengalî bin û Êzidî bin."

Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê û hêzên ewlekariya Şengalê, di nav civaka Êzidî û hemû gelên Şengalê de deng veda. Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo operasyona YBŞ’ê nişan dide û diyar dike ku cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne.

Ji rêveberiya şaredariyên gel ên Şengalê Xwedêda Ilyas Operasyona Tolhildanê weke pêngaveke serkeftî ya li dijî şebekeya sîxuran binavkir û got: “Sîxur û xayînên ku nirxê mirovahiyê pê re nîne, destê xwe dixin nav xwîna zarokên Şengalê yên ku ji sala 2014’an heya roja me ya îro berxwedaniyê dikin. Xayîn alîkariya dijminê faşist, dijminê koka me dikin, dijminatiya miletê xwe dikin. Li beramberê madiyeta qirêj destê xwe dixin xwîna van mêrxwasan.”

‘Em rê nadin xayîn xwe li Şengalê bidin jiyankirin’

Xwedêda Ilyas destnîşankir ku kesên sîxur piştgiriya xayînan û piştgiriya MÎT’a tirk dikin û wiha berdewam kir: ”Xayînên ku di sala 2014’an de xiyaneta herî mezin li civaka Êzidî kirin, îro dibin hevkarê wan û alîkariya wan dikin. Van mêrxwasan dikin hedef li ser malê dinê. Cihê wan li axa Şengalê, di nava civaka Êzidî de nîne. Însanên ku bi dijmin re bûne hevkar, bila baş zanibin cihê wan li Şengalê nîne. Em rê nadin ku xayîn û xwefiroş li Şengalê xwe bidin jiyankirin.”

‘Bimire îxanet û hevkarên dijmin!’

Xwedêda Ilyas anî ziman ku însanên bawerî, îrade û xîreta wan nebe ew dibin sîxur û dijminê koka xwe û li dijî xeta xiyanetê ev helwest nişan da: “Însanê çalak, însanê bi xîret berxwedaniya gelê xwe dikin. Tiştê herî xerab sîxurtî ye. Însanê herî bê îrade, herî xayîn sîxur in. Însanê ku xayintî li axa xwe bikin em dikarin çi ji wan re bêjin? Em dikarin bêjin bimire îxanet, bimire hevkarên dijmin!”

Xwedêda Ilyas herî dawî jî da zanîn ku ew weke civaka Êzidî ya li Şengalê bi hemû hêza xwe piştgiriya YBŞ’ê û hêzên parastinê dikin û ev peyam da: “Emê li dijî xayîn û hevkaran hemû jiyana xwe li ser fikreke azad birêvebibin.”

‘Em wan hesab nakin ku Şengalî bin an jî Êzidî bin’

Berekat Qasim ê ji nahiya Sinûnê jî pêngava YBŞ’ê silav kir û got: “Em dizanin ku di nav me de sîxur û hevkar hene. Em kêfxweş in ku kesên xiyanetê li civaka xwe kirine werin desteserkirin. Wextê xiyanetê li miletê xwe bikin, xiyanetê li axa xwe bikin, em wan hesab nakin ku Şengalî bin û Êzidî bin.”

Berekat Qasim got ku YBŞ bi vê operasyonê heyfa şehîdan radike, parastina civakê dike û wiha berdewam kir: “Ger ne ji YBŞ’ê ba ewlehî li vê herêmê çênedibû. Hêza YBŞ’ê hêzeke xurt û berçav e. Em bi xwîna xwe li pişt YBŞ’ê ne. Em serkeftin ji hêza xwe YBŞ’ê re dixwazin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button