Peykerê Şehîd Pîr Çeko

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ku di 27’ê Adara 2023’yan de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gel heverêyê xwe Agir Cefrî şehîd bûn, doh bi merasîmekê perde ji ser peykerê Pîr Çeko hate rakirin. Di merasîmê de peyama tolhildana şehîda hate dayîn.

Di 27’ê Adara 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker wesayîta fermanadarê YBŞ’ê Pîr Çeko bi balefira bê mirov li ser rêya gundê Behrava kir hedef û di encamê  de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd ketin.

Dih li navenda YBŞ’ê a li Xanesorê  bi merasîmekê perde ji ser peykerê Pîr Çeko hate rakirin.

Bi dehan nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, gelê Ereb, partî û aliyên siyasî ên Şengalê tevî gelê herêmê tevlî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre ji aliyê malbata Pîr çeko ve perde ji ser peyker hate rakirin.

Di merasîmê de babê Pîr Çeko, Elî Bedel axivî, sersaxî ji tevahiya gelê Êzidî re xwest û da diyakirin ku Pîr Çeko ne ji bo malbata xwe belkû ji bo tevahiya civaka Êzidî tekoşîn kir û got: “Ji bo tolhildana keç û jinên Êzidî ji Şengalê heya Reqa her di nava berxwedaniyê de bû, lê mixabin Pîr Çeko di encama îxanetê de şehîd bû.”

Liser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Axîn Entîqam axivî, di destpêkê de tevahiya şehîdan bi bîr anî û got : “Ev tekoşîn û jiyan kirina me li ser axa Şengalê bi saya keda şehîda ye. Îro em wek Êzidî  dikarin li ser axa xwe bi serbilindî jiyan bikin û Êzidîtiya xwe bidin xuyakirin, ev yek  bi xwe çênebuye, belkû bi bedelên mîna Pîr Çeko hatiye pêk anîn.  Li vî cihê em lê di serîde pêşengên me wek Şehîd Dijwar û Pîr çekoyan bi sala ji bo xelkê Şengalê xizmet kirin.  Pîr Çeko wek fermandarekî ciwan hemû jiyana xwe  ji bo gelê xwe kire di xizmetê de û herî talî ji bo vî gelî canê xwe da.”

Di dawiyê de Axîn got : “Îro bi sedan ciwanên me di nava YBŞ’ê û YJŞ’ê de tekoşîn dikin, çeka Çekoyan rakirine û li pey tola wanin, emê xwîna pêşengên xwe li erdê nehêlin û yek bi yek hesab ji îxanetkaran bixwazin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas jî di merasîmê de

axivî û got: “Ji bo avakirina Şengalek xweser me ev rê hilbijartiye, ji bo civaka me karibe bi azadî jiyan bike, keç û xortên me çek rakirine. Jiber ku bi saya van hevalên me yên şehîd Êzidî ber bi xwe rêxistinkirinê ve diçin û dikarin pêşiya fermana bigrin, lewma dijminê me pêşengên rêxistina me dikin hedef. Mixabin dijmin destê xwe dike nava gelê me û hin kesên ku tu exlaqê wan nîne destek didin dijmin û pêşengên me şehîd dikin. Em bang li gelê xwe dikin bila rê nedin destê dijmin bikeva nava me, her kesekî ji me şehîd bikeve ji kîsê hemû civakê diçe jiber ev heval ne ji bo xwe belkû ji bo tevahiya gelê xwe kar û xebat dikin.”

Liser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Edûl Şemo jî axivî û got : “Ji bo ku em karibin li ser axa xwe jiyan bikin, divê gelê me vegere li ser warê xwe, ji dema fermanê de zarokên me di nava tekoşînê de ne, li ser vî esasî bi sedan keç û xortên me canê xwe dane û Pîr çeko jî yek ji van bû. Jiber keda me li ser vê axa dayî em dibêjin em xwediyê vê axêne û emê li axa xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftinan xêra Şehîd Pîr Çeko hate belavkirin û merasîm bidawî bû.

Show More
Back to top button