Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ji bo rawestandina amadekariyên hilbijartinê gilî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê rawestîne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên dewra şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê rawestîne.

Di nivîskiya gilînameyê de wiha hatiye gotin; “Biryara Dadgeha Federal ya dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser 4 bazinên hilbijartinê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan bo 100 kursî ne destûrî ye û binpêkirina mafên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.”

Ev gilîkirina Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku berî niha Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û berpirsên PDK’ê Dadgeha Federal ya Iraqê weke dadgeheke nedestûrî û siyasî binav kiribûn, di heman demê de weke dadgeha Sewre ya rejîma Baas binav kiribû.

Show More
Back to top button