‘Perwerdeya xweparastinê ji me re ji nan û av girîngtire!’
Endamên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi armanca xweparastina ji her metirsî û êrişeke mûhtemel ya mîna fermana 2014’an perwerde li ser girîngiya xweparastinê dîtin. Dayîk, jin û ciwanên Şengalê eleqeyeke mezin nîşana perwerdeya bikaranîna çek dan û diyarkirin, xweparastin ji bo wan ji nan û avê girîngtir e.
Endamên Sazî û Rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê di çarçoveya xweparastina ji fermanan de perwerdeyên çend rojî yên xweparastinê dîtin. Asayîşa Êzidxanê li ser pêşniyar û daxwaza wan dewreyek perwerdeya çek a 3 rojî lidarxist. Piraniya kesên beşdarbûyîn jî, ji meclîsên giştî û jinê dayîk û jinên ciwan bûn.
‘Ji bo em di fermaneke din re derbas nebin perwerde dibînin’
Welat Cano diyar kir ew weke dayîkên Êzidî perwerdeya xweparastinê dibînin û wiha behsa girîngiya wê dike: “Weke dayîkên Şengalê ev çend roje em perwerdeya çek dibînin. Em dayîk xwe perwerde dikin, ji bo careke din weke 3’yê Tebaxa 2014’an ferman bi serê me de neyê. Me vê perwerdeyê li meclîsa giştî ya Borikê dît. Endamên saziyan beşdar bûne.”
‘Me pêşniyara perwerdeya xweparastinê kir’
Ciwanê bi navê Xêro Îlyas diyar kir, perwerdeya çek û xweparastinê li ser pêşniyara wan çêbûye û got: “Me weke endamên meclîsan pêşniyar kir, perwerdeyek bikaranîna çek bibînin. Asayîş jî erênî bersiva vê daxwaza me da û perwerdeyek a çekê da me. Ev perwerdeyek başe ji bo me. Ger 2014’an ev fikir û perwerde hebaya, me dê bikarîbana li ber xwe bidin. Niha ne çeteyek DAIŞ’ê, milyonan DAIŞ’ên din werin wê Êzidî û bi taybet jî jinên Êzidî li ber xwe bidin û şer bikin. Divê herkes vê perwerdeyê bibîne û ji bo herkesê pêwîste. Ji xwarinê jî pêwîsttir e.”
‘Ev perwerde ji me re ji nan û av jî girîngtir e’
Hevseroka Meclîsa Gel a Guhbel Zozan Simo jî diyar kir, perwerdeya ku dibînin ji bo parastina jin, zarok, civaka Êzidî û axêye û wiha axivî: “Perwerdeya çek ji me re ji nan û av bêhtir pêwîste. Ev perwerde ji bo parastina jin, zarok, gelê me û axa me ye. Eger beriya fermanê jin perwerdekirîban û bikarîban çek bikarbînin wê ev ferman ne hatiba serê me. Me piştî fermanê dest bi perwerdeya fikrî û çek kir. Em vê perwerdeya xwe diyariyê Rêber Apo dikin. Dema fermanê de jinên gerîla hatin Şengalê û me dît çek bikartînin, me got em jî dikarin. Em destxweşiyê li herkesek ku perwerdeyê daye jinên Êzidî û civaka Êzidî dikin. Hêvî dikim ev perwerde ji bo me sûdmendbe û dema pêwîst kir bikarin xwe biparêzin. Dayê Gulê jî jinek bû û di dema fermanê de li ber xwe da. Divê keç û xortên Êzidî ji bo xweparastinê rabin ser xwe. Rêber Apo dibêje, divê ji 7 salî heya 70 salî xwe zana bikin û perwerde bikin. Pêwîste em xwe perwerde bikin ji bo pêşî li fermanan bigrin.”
‘Divê ciwan xwe ji her rewşek re amade bike’
Elî Xeyrî jî ji ciwanan xwest xwe ji bo her rewşeke mûhtemel amade bikin û ev bang kir: “Weke ciwanên Şengalê em tevlî perwerdeya çek bûn. Ev perwerde ji bo me gelekî girîng e. Ji ber me beriya fermanê vê perwerdeyê dîtiba dê rewşa me ne wisa ba. Em jî xwe amade dikin, eger sibe tiştek rû bide, da ku em bibine bersiv. Pêwîste em xwedî li keda şehîdan derbikevin. Pêwîste hemû ciwan xwe fêrî çek bikin, ji bo sibe tiştek rû bide bersiva dijmin bidin.”