Ferîde Şengalî: 15 rêxistinên jinan yên Iraqê piştgirî didin pêngava TAJÊ

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî diyar kir pêngava wan ya bidirûşmeya, ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ ji bo jinên Êzidî destpêkiribe jî ji bo hemû jinane û got: “Ev pêngava me hem di asta Iraqê de hem jî di asta gerdûnî de piştgirî dibîne. Em hewl didin bi vê pêngavê têkoşîna jinên Êzidî bi cîhanê bidin nasîn, jenosîda Êzidiyan bidin qebûlkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê di asta cîhanê were naskirin. Heya niha 15 rêxistinên jin ên Iraqî piştgiriyê didin vê xebata me.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adara 2024’an di dirûşmeya, ‘Li dijî qirkirinê bibe dengê xweparastinê’ pêngavek ragihand. Wê ev pêngav heya 10’emîn salvegera fermanê ango 3’yê Tebaxê dewam bike. Pênc armancên sereke yên pêngavê jî ev in: “Fermana 3’yê Tebaxê di heman demê de weke qirkirina jin (feminicide) were naskirin û weke sûcê şer were qebûlkirin, mafên sereke yên jinan ên ji bo parastina çand û welatê xwe were naskirin, hemû sûcdar û hevkarên DAIŞ’ê yên weke dewleta Tirk, PDK û her wiha ji ber Iraq civaka Êzidî neparast werin dadgehîkirin, Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêzên wê yên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê were naskirin, hemû êrişên li ser Şengalê û bi taybet jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê werin bidawî kirin.”

Heya niha gelek çalakî di vê çarçoveyê de hem li Şengalê hem jî derveyî Şengalê hatiye li darxistin. Wê di çarçoveya pêngavê de 24’ê mehê li ser jinên di dema fermanê de dîl ketine destê DAIŞ’ê komxebatek berfireh li Şengalê were lidarxistin. Her wiha 22’yê mehê jî wê xebateke Hashtagê li ser hesabên medya dîjîtal were destpêkirin.

Têkildarî pêngava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî ji ajansa me re axivî û agahiyên girîng parve kir.

‘Pêngava me piştgiriyeke navnetewî digire’

Ferîde Şengalî diyar kir wê pêngava wan ya 8’ê Adarê destpêkiriye heya salvegera fermanê dewam bike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Pêngava me heya niha baş rêve diçe. Ev pêngav hem ji bo jinên Êzidiye hem jî ji bo hemû jinên herêmê ye. Ji ber vêya ne tenê Şengal, di asta Ewropa û giştî cîhanê de jî jin tevlî vê pêngava me bûn. Ev ji bo me gavek mezin bû. Em niha jî hewl didin zêdetir vê xebata xwe bi gelên herêmên bidin nasîn.”

’15 rêxistinên jinên Iraqî jî piştgirî dan pêngava me’

Li gorî agahiyên ku Ferîde Şengalî da ajansa me, heya niha 15 rêxistinên jin ên Iraqî jî piştgirî dane  pêngava jinên Êzidî ya dijî qirkirinê û got: “15 rêxistinên jin ên Iraqî piştgirî dan pêngava me û bi me re dibin alîkar. Em dixwazin bi vê pêngavê, dengê jinên Êzidî bidin bihîstin. Her wiha êşa ku jinên Êzidî di fermanê de kişandiye bi cîhanê bidin nasîn.”

‘Pêngava me pêngava hemû jinan e’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî dazanîn ew hewl didin bi vê pêngavê pêşî li ferman û qirkirinan bigirin û wiha pêde çû: “Ev pêngava me ya jinên Êzidî, bi armanca pêşî li fermanan bigire ye. Lê êşa hemû jinan yeke û lewma ev pêngav ya hemû jinane. Di heman demê de em dixwazin jenosîda Êzidiyan li hemû welatan were nasîn. Di vê mijarê de hemû jinên Iraqê piştgiriya me dikin. Gelek çalakî bihevre lidardixin.”

‘Pêngava me rizgarkirina jinên dîl yên Êzidî jî digire nava xwe’

Ferîde Şengalî dazanîn di dema fermanê de 7 hezar zarokên keç û jinên Êzidî hatine qetilkirin û dîl girtin û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Di fermanê de 7 hezar keç û jinên Êzidî hatin dîl girtin. Hîn jî derdora 3 hezar dîlên me hene, hem li Kampa Holê hene hem jî li hemû cîhanê belavbûne. Em dixwazin bi vê pêngavê xebatên ji bo rizgarkirina wan jî were bihêzkirin.”

‘Divê dadgeheke navnetewî were avakirin’

Ferîde Şengalî diyarkir ew bi vê xebatê hedef dikin, ji bo darizandina sûcên dijî Êzidiyan û bi taybet jî jinên Êzidî hatinekirin dadgeheke navnetewî were avakirin û got: “Em dixwazin dadgeheke navnetewî were avakirin. Ji bo em li wir hem daxwaz bikin, hemû welat jenosîda Êzidiyan nas bike, hem jî daxwaza mafê xwe yê ‘Xweseriya Şengalê’ bikin. Hinek dewlet jenosîdê naskirin, lê divê hemû welat jenosîda Êzidiyan nas bikin û Xweseriya Şengalê jî qebûl bikin. Ji ber hîn jî metirsiya komkujî û fermanan li ser civaka me heye. Eger em timî xwe bispêrin dewletan wê ev metirsî her dewam bike. Ji ber vêya em bixwe xwe rêxistin dikin û xwe ji fermanê diparêzin.”

‘Dewleta Tirk êrişê Şengalê dike’

Şengalî di dewama axaftina xwede balkêşa ser êrişên bi armanca qirkirinê yên dewleta Tirk li ser civaka Êzidî û wiha axivî: “Dewleta Tirk ji sala 2017’an ve êrişê Şengalê dike, heya niha ti dewletek nerazîbûn nîşana van êrişan nedaye. Heya niha ti dewletek li ser jenosîda Êzidiyan xebateke lêkolînê ne meşandiye. Ji bo ji nûve avakirina Şengalê jî ti bernameyeke wan nîne. Hinek dibêjin, em alîkariya madî didin wan, lê di rastî de em weke civaka Êzidî mafê xwe dixwazin. Ev maf jî Xweseriya Şengalê ye û xwerêvebirina Êzidiyane.”

‘PDK’ê Şengalê teslîmê DAIŞ’ê kir’

Ferîde Şengalî ragihand ku divê hesabê fermanê ji PDK’ê were pirsîn ku Şengalê teslîmê DAIŞ’ê kir û axaftina xwe wiha domand: “Dema DAIŞ êriş kir, 13 hezar pêşmergeyên PDK’ê li Şengalê bû. PDK Şengalê ne parast û teslîmê DAIŞ’ê kir. Heya niha ti kes hesabê vêya ji PDK’ê ne xwestiye. Divê hesab ji PDK’ê were pirsîn.”

‘Cara yekeme li Şengalê pêngaveke wisa mezin tê ragihandin’

Li ser metirsiyên dewamkirina qirkirina çandî û fizîkî jî Ferîde Şengalî got: “Eger em weke civaka Êzidî xwe rêxistin nekin, emê bi van êrişên fizîkî û çandî tine bibin. Pêngava me ji bo pêşî li vê rewşê bigire hatiye ragihandin. Eger em dengê xwe dernexin, emê tine bibin. Cara yekemîne di vê astê de pêngaveke wisa li Şengalê tê ragihandin.”

‘Jinên Êzidî piştî fermanê gavên mezin avêtin’

Li ser asta ku jinên Êzidî gihîştiyê û bandora fikrê Rêber Apo ya li ser jinên Êzidî jî Ferîde Şengalî îşaret bi van xalan kir: “Ji ber em di fermanê de ne rêxistinkirîbûn, di fermanê re derbasbûn. Niha jî kêmasî hene, lê gavên mezin hatine avêtin. Me piştî fermanê fikrê Rêber Apo naskir. Bi vê naskirinê re jinên Êzidî ketin ferqa gelek kêmahiyên xwe. Bi vî awayî xwe rêxistin kir. Êdî jina Êzidî ji xwere nabêje belengazim. Em îro van gotinan qebûl nakin. Ji ber êdî jina Êzidî xwedî îrade û baweriyeke mezine.”

‘TAJÊ bûye mala mezin a hemû jinên Êzidî’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî dazanîn li kuderê êrişek dijî jinek Êzidî pêk were TAJÊ xwe di ber de berpirsyar dibîne û got: “Li kuderê êrişek dijî jinên Êzidî pêk were TAJÊ xwe digihîne wan û xwe berpirsyar dibîne. Li Şengalê kîjan jin bikeve tengaviyê berê xwe dide TAJÊ. Niha li hemû gund, navçe û bajarokan meclîsên me yên jin heye. Divê hemû jin jî ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe serî li meclîsên TAJÊ bidin û bizanin emê çareser bikin. Niha TAJÊ bûye mala mezin a hemû jinên Êzidî. Jinên Kurd ên Şîe û Ereb jî ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe serî li TAJÊ didin.”

Kampanya Hashtag’ê

Ferîde Şengalî ji bo xebata Hashtagê ya li ser medya dîjîtal bidin destpêkirin jî hem agahî da û hem jî bang li hemû jinan kir tevlî bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Emê 22’yê mehê xebateke Hashtagê bidin destpêkirin. Emê bi vê xebatê pêngava xwe bidin naskirin. Divê herkes xwe di ber vê xebata Hashtagê de berpirsyar bibînin. Ji ber emê bi vêya TAJÊ bidin naskirin. Pêwîste hemû endamên TAJÊ jî çalak tevlî xebatê bibin.”

Show More
Back to top button