PDK’ê pêşniyara dewleta Tirk a ji bo Kerkûkê erê kir

PDK bi israre ku postê parêzgarê Kerkûkê negihe Kurdan. Ji bo vê çendê jî pêşniyara dewleta Tirk ya posta parêzgarê Kerkûkê ya du sal du salî di navbera pêkhateyan de erê kiriye. PDK dixwaze bi vê yekê re jî posta parêzgar ji bo wî be.

Heşt mehin hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê pêkhatiye. Kurdan li Kerkûkê piraniya kursiyên encûmena bajêr bidest xistin. Lê ji bo pêkanîna rêvebirina bajêr û diyarkirina parêzgarê Kerkûkê pêwîstî bi du kursiyan heye. Lê ji ber nakokiya aliyên siyasî parêzgar nehatiye hilbijartin.

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyek taybet ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, bi dest Rojnews ketine, PDK’ê pêşniyara dewleta Tirk a ji bo rêvebirina Kerkûkê ya bi şêwazê dem bi dem erê kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, PDK’ê bi fermî Ereb û Tirkmenên Kerkûkê agahdar kiriye ku ew razîne posta parêzgar û serokê encûmenê her du sal carek di navbera Ereb, Kurd û Tirkmenan de were birêvebirin.

Çavkaniyê da zanîn ku Ereb û Tirkmenan pêşwazî li helwesta PDK’ê kirine ku îdareya Kerkûkê her du salan carek ji aliyê pêkhateyek ve bê birêvebirin.

Têkildarî helwesta YNK’ê ya li ser mijarê jî çavkaniyê got: “YNK ji vê helwesta PDK’ê agahdare û bifikare. Lê YNK bi israre ku posta parêzgar ji bo wê be û wek mafê xwe dibîne.”

Heman çavkaniyê diyarkir ku PDK’ê ji aliyan re ragihandiye eger alî li ser rêvebirina bajêr a bi şêweyê du salî lihev bikin, wê posta parêzgar ji bo PDK’ê be. Aliyê Tirkmen bi vê yekê razî bûye, lê hîna aliyên Ereb razîbûna xwe li ser vê yekê nîşan nedane.

Ji beriya niha Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan ragihandibû ku ew pêşniyar dikin pêkhateyên Kerkûkê li ser rêvebirina bajêr a bi şêwazê her du sal pêkhateyek posta parêzgar û serokê encûmenê bigre, lihev bikin.

Heta niha aliyên siyasî yên Kerkûkê ji bo çareserkirina pirsgirêkan du caran bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyane. Lê heta niha ji ber piştgirîkirina PDK’ê ya bi Ereb û Tirkmenan re ev pirsgirêk çareser nebûye û posta parêzgar negihaye Kurdan. Tê payîn ji bo heman armancê carek din aliyên Kerkûkê lihev bicivin.

Show More
Back to top button