Xelkê Şengalê: Hatina Erdoğan ne di berjewendiya Iraqê de ye

Tê payîn Erdogan divê mehê de serdana Iraqê bike, xelkê Şengalê dijî vê serdanê nerazîne û gotin: "Ev serdan ne di berjewendiya Iraq'ê deye, dewleta Tirk timî dewleteke xwînmij û faşîst bûye. Serdana wî jî her bi armanca tinekirina destkeftiyên civaka Êzidî û Şengalê ye. Divê NY û Rêxistinên Mafê mirovan pêşî li pîlanên Erdogan bigire, ji ber civaka me di 74 fermanan re derbas bûye."

‘Yek ji armanca serdana Erdoğan rakirina tola DAIŞ’ê ye’

Welatiyê bi navê Xidir Hemed diyar kir ku Erdogan dixwaze bi vê serdanê destkeftiyên civaka Êzidî ji holê rabike û wiha axivî: “Armanca serdana Erdogan ya ji bo Bexda’yê xilaskirina civaka Êzîdiye. Dixwazin ew hêzên ku bi hezaran jin û zarok di fermanê de rizgarkirine, tine bike û tola DAIŞ’ê hilîne. Her wisa dixwaze îradeya ku bi xwîna şehîdan ava bûye, Meclîsa Xweser jî ji holê rake. Lê rêxistina me ne bi êrişan, ne jî bi ti hevdîtinekî tine nabe. Erdogan û xeyrî Erdogan jî dibe, divê herkes sînorê xwe baş bizanibe. Dewleta Tirk her timî dewleteke xwînmij û faşîst bûye. Bi taybet Erdoğan û hizba wî. Hevdîtinên li Iraq’ê çêdikin, ne di berjewendiya gelê Iraq’ê û bi taybet jî gelê Şengalê de ye. Dixwazin destwerdana leşkerî li Şengalê bikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber ev gel di 74 fermanan re derbasbûye. Hîn jî gelek dayîk û xwişkên me di destê DAIŞ’ê de mane. Em bang li NY û Rêxistinên Mafê Mirovan dikin, vêya li ber çavan bigirin. Em bawer dikin eger ne civakeke xweragir û xwedî îradebaya, wê ji ber evqas êriş û fermanan ne dîrok ne jî nasnameya wan maba. Ne pîlanên Erdogan ne jî pîlanên Iraq’ê dikarin me têk bibin, em ji pîlanên wan mezintirin. Her roj balafirên xwe radikin, lê em ji balafirên wan natirsin. Her şehîdek me çêdibe, dehê din cihê wan digire. Em careke din ji Iraq’ê re dibêjin, hevdîtinên bi dewleta Tirk re ne di berjewendiya gelê Iraq’ê û bi taybet jî gelê Şengalê de ye.”

‘Hemû siyaseta wan ji bo tinekirina me ye’

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Yusif Ciwan jî diyar kir ku ew tam sedema serdana Erdoğan a ji bo Bexda’yê nizane, lê eşkereye wê ne ji bo xêrê were û wiha axivî: “Hevdîtin navbera dewleta Tirk û Iraq’ê de çêdibin. Tam nizanim sedem çiye, lê eşkereye ku wê ji bo zirera me be. Berê jî gelek hevdîtin kirin, di dawiya dawî de DAIŞ’ê çêkirin û anîn ser serê me. Ez bawer dikim, hemû siyaseta wan ji bo tinekirina me ye.”

Show More
Back to top button