Dewreya Perwerdeya Civakî bi dawî bû

Di her şert û mercan de xelkê me û saziyên me di perwerdeyên xwede bi israr in. Xebatên civaka me di warê perwerdeyê de berdewam dike

https://www.youtube.com/watch?v=HSltM6074ME&feature=emb_logo

 

Herî dawî li Şengalê dewreya perwerdeyê ya ji bo endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya 20 rojan dom kirîbû hate encam girtin.

Li ser bingehê bihêzkirina civakek xweser û demokratîk Akademiya Şehîd Egîd Efrîn dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Azad ji bo Endamên Desteya Rêveber a Şengalê dabû destpêkirin. Piştî 20 rojan ev dewre bi awayek serkeftî bi dawî bû. 19 endamên rêveberiyê tevlî perwerdeyê bibûn.

Di nava 20 rojan de li ser girîngiya perwerdeyê ji bo civakê, dîroka jin, neteweya demokratîk û gelek mijarên din perwerde hatin dayîn.

Li ser encamê dewreya perwerdeyê Cîgirî Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm axivî û di serî de dewreya perwedeyê pîroz kir û wiha got: “Ji bo em bikarin pêşerojek azad û Şengalek xweser bi pêşengiya keç û xortên Êzidxanê pêşkêşî gelê Şengalê bikin û dawî li fermanan bînin, ev dewreya perwerdeyê me li ser vî bingehî dît. Ji bo civakek weke Êzidî perwerde gelek girînge û pêwîste li ser bingehê azadiya Êzidxanê em dewreyên perwerdeyê berdewam bikin. Di serî de divê mirov xwe nas bik. Eger mirov xwe nas kir, wê xwe azad ji bike û ji civaka xwe re pêşengiyê ji bike.”

Heso Îbrahîm, dewreya perwerdeyê li malbata Şehîd Egîd û Şehîd Azad jî pîroz kir û diyar kir ku ew bi keda şehîdan gihane vê astê ku bi awayek azad û aram van perwerdeyên civakê bibînin.

Show More
Back to top button