Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) bi kelecanek mezin rojbuna Rêber Öcalan, pîroz kirin.

Şervanên Yekîneyên Jinen Şengalê (YJŞ) bi coşek mezin rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin. Şervanên YJŞ'ê Ezda Avaşîn û Tolhildan Tîrêj jî derbarê rojbûna Rêber Ocalan de axivîn.

‘Ev roj dihêle ku herkes li derdora Rêber Apo bicive’

Şervana YJŞ’ê Ezda Avaşîn hestê xwe wiha anî ser ziman; “Di serî de 4’ê Nîsanê li Rêbertî, dayika Uveyş û hevalên ku di çeperan de şer dikin pîroz dikim. Em di vê rojê de pir kêfxweşin û herkes wê rojê pîroz dike. Ev roj dihêle ku herkes li derdora Rêber Apo bicive.”

‘Bi dayikbûna Rêbertî re pêngava azadiyê hat avêtin’

Ji şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) Tolhildan Tîrêj jî wiha axivî; “Roja rojbûna Rêbertî em giştî gelan pîroz dikin. Ev roj hertim roja azadiyê ye. Rêbertî hat dinê û pêngava azadiyê hat avêtin. Ji bo gelên bindest têkoşîn û şoreş da destpêkirin. Di vê rojê de ken kete ser ruyê me û êdî me got ji bindestiyê re bese û me dest bi şoreşê kir.”

Şervanên Ji şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) herî dawî jî bi dîlan, stran, tilîliyan û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bernameya xwe bi dawî kirin.

HÊJAR AVESTA/ROJNEWS

Show More
Back to top button