KCÊ-E: Saziyên Êzidî yên li Ewropayê tevlî konferansa li NRW’ê nabin

KCÊ-E’yê bi navê saziyên Êzidiyan yên li Ewropayê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta lihevkirineke durust û ji dil nebe, lihevkirin nabe û ragihandin, ku ew tevlî konferansa 18’ê Çileyê ya li Parlamentoya Eyaleta NRW nabin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi navê saziyên Êzidî yên li Ewropayê, têkildarî konferansa 18’ê Çileya 2024’an a li Parlamentoya Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) a Elmanyayê daxuyaniyek da ku wê bi sernavê “Jinûve karkirin û lihevkirinê” pêk were û PDK jî di nav de heye.

Daxuyaniya hevpar bi sernavê “Heta ku lihevkirineke durist û ji dil nebe, lihevkirin nabe” hate weşandin.

Di daxuyaniyê de işaret bi berpirsyariya PDK’ê, bi taybetî jî malbata Barzanî û hikumeta navendî ya Iraqê ya di fermanê de hate kirin û hate ragihandin ku herdu hêzên berpirsyar hîn jî ji bo Êzidiyan tiştek nekirine, berevajî karekî erênî, hîn jî karê neyînî dikin.

Têkildarî vê nêzîkatiyê jî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an weke mînak hate nîşandan ku di navbera rêveberiyên Bexda, Hewlêr û Enqereyê de bêyî îradeya Êzidiyan li hemberî Şengalê hate amadekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku konferans bi beşdariya PDK’ê pêk tê, lewma mohra PDK’ê ya li binê vê yekê, bi xwe sedemeke têrker e ku ev proje wê ne di berjewendiya civaka Êzidî de be.

Lewma jî helwest hate nîşandan û hate gotin, “Em tevlî konferansê nabin û piştgiriyê nadin vê projeyê.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ji projeyên ji bo berjewendiyên Êzidiyan û herêma Şengalê timî vekirîne û hate gotin, piştgiriya ji bo jiyana bi hev re, karê civakî û siyasî yê di vî warî de girîng dibînin.

Di heman demê de hate ragihandin ku heta berpirsyarên qirkirina 3’ê Tebaxê neyên darizandin, lihevkirin pêk nayê.

Saziyan herî dawî 6 daxwazên xwe bilêv kirin. Li gorî vê yekê;

– Naskirina Rêveberiya Xweser

Destûreke bingehîn a Iraqê heye ku maf û azadiyên kesên li welat diparêze,

komên etnîkî garantî dike. Li gorî xalên 116, 117, 122 û 125 ên Destûra Bingehîn a niha, her komeke etnîkî û olî li Iraqê mafê xwe heye ku çarenûsa xwe diyar bike û xweser be. Piştî qirkirina 3’ê Tebaxê Êzidiyan rêveberiya xwe ava kirin, divê bê naskirin.

– Naskirina qirkirinê bi rengekî fermî

Civaka Êzidî parçeyekî girîng ji civaka Iraqê ye û parastina wan di bin parastina hikumeta Iraqê de ne. Pêşnûmeya ku li ser qirkirinê hate amadekirin divê êdî li meclîsê bê nirxandin û qebûlkirin.

– Berpirsyarên qirkirinê bêne darizandin

Daxwaz ji Dadgeha Federalî ya Iraqê tê kirin ku ew kesên ev komkujî çi pêk anîn û çi jî ew îmkan dan, bên darizandin. Yên ku berpirsiyariya xwe ya îdarî û leşkerî pêk neanîn û reviyan, bi taybetî ji bo raste rast biryarderên PDK’ê (Partiya Demokrat a Kurdistanê) ku bi vekişîna pêşmerge ji Şengalê rê li ber DAÎŞ’ê vekir.

Divê hikumeta Iraqê û Dadgeha xwe ya Federalî piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ku li dijî DAÎŞ’ê yên girtî pêvajoya darizandinê dide destpêkirin. Divê firsendê bidin Êzidiyên rizgarbûyî ku bibin şahid û beşdarî van pêvajoyan bibin.

– Gorên komî hemû bêne vekirin

Li Şengalê 83 gorên komî hatin dîtin, lê tenê 46 ji wan hatin vekirin. Divê hemû gorên komî bêne vekirin û cenaze radestî xizmên wan bêne kirin.

– Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bê betalkirin

Tevî ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û partiyên wê yên siyasî di 9 salên dawî de gotûbêj bi hikumeta Iraqê re kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî gelek proje hatin pêşkêşkirin, hikumeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî û ewlekariyê gavên cidî neavêtiye. Berevajî wê, bêyî îradeya civaka Êzidî li ber çavan bên girtin û di bin zextên dewleta Tirk, PDK û hêzên navneteweyî de, bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an rê li ber destwerdana derve li Şengalê vekir û  ew li Iraqê bi cih kirin. Ev peyman xizmeta berjewendiyên civaka Êzdî û gelê Iraqê nake. Divê bê betalkirin û li şûna wê lihevkirinek bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re pêk were.

– Jinûve avakirin û veger

Piştî qirkirina 2014’an tenê nêzî 10 hezar Êzidî li Şengalê man. Niha nêzî 200 hezar Êzidî li deşt û çiyayê herêmê ne. Yek ji destketiyên herî mezin ên Rêveberiya Xweser vegera gel a li warê xwe ye.  Ji Hikûmeta Iraqê tê daxwazkirin ku bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevkariyê bike û ji bo lezkirina vegerandina kesên mayî yên jicîhûwarkirî.

Bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên endamên wê tê kirin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û mafên destûrî yên civaka Êzidî misoger bikin.

Komeleyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê

-Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK)

-Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ)

-Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ)

-Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD)

-Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS)

-Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ)

-Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ)

-Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ)

NAVENDA NÛÇEYAN

17/01/2024 

Show More
Back to top button