Şengal her sal şîntir dibe 

Darên bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatîne çandin her sal zêdetir dibin. Baxçeyê ji berî 4 salan li bajaroka Xanesorê hatî çandin jî parçeyek ji kesk kirina Şengalê bû û her diçe darên wê mezin û bilindtir dibin.

Bi naskirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji milê civaka Êzidî ve di gelek qadên jiyanê de pêşketin, guherîn û veguherîn jî bi xwere tîne. Yek ji wana nêrandina di mijara parastina coxrafya û ekolojiya Şengalê ye. Bi 4’ê Nîsanê re her sal li Şengalê jî şitlên daran hatine çandin û bi vê boneyê her sal hejmarek dar li Şengalê tên zêde kirin. Ev yek di keskkirina Şengalê de xwedî rolekî girîng e.

Piştî fermana sala 2014’yan li Şengalê di aliyê şînkirina xaka Şengalê de her sal xebat tên meşandin. Yek ji wan bexçeyên daran bi boneya 4’ê Nîsanê li bajaroka Xanasorê ya Şengalê hatine çandine. Li wir wek seferberî li gel Sîba Avê beriya 4 salan jin, ciwan, kal û pîr kombûn û li wir dar çandin. Ji wî demî ve ew bexçe tê mezin kirin. Celal Xanasor li wî baxçêyê daran dinêre, av dide, derman dike, paqij digre. Baxçe ji aliyê Şaredariya Xanesorê ve tê parastin û pêş xistin.

Li gora Celal Xanasor dibêje, li wir nêzî 80 dar hatine çandin. Darên hêjiran, mêwan, xoxan, zeytûnan, tûyan jî di nav de gelek cûre cîh digre. Darên hatine çandin îsal berhem dan. Ji ber ku ji ber zêde girtîne gelek tewiyan e.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button