Klîbek nû li ser çand û baweriya Êzdatiyê hat belavkirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê klîbek nû bi navê ‘Yar yar’ ku têde bal dikişîne ser çand û baweriya Êzdatiyê, belav kir.

Tevî bi dehan komkujî li dijî civaka Êzdî pêkhatine, lê wan hertim li ber xwe dane û radest nebûne. Li dijî bişaftinê rabûne û xwestine li ser çand, bawerî û xaka xwe bijîn.

Di vê çaroveyê de jî îro Komîteya Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê klîbek nû bi navê ‘Yar yar’ ku têde behsa çand û baweriya Êzdatiyê dike belav kir.

Derhêneriya klîbê ji aliyê hunermend Pêşewa Remezan ve hatiye kirin. Sitran û awaz folkloriye û ji aliyê Feqîr Murad ve hatiye gotin, karê têkelkirina deng jî ji aliyê Hadî Murad ve hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button