Hunermendên Şengalê berxwedana gerîla silav kirin

Endamên Navenda Çand û Hûnerê ya Şengalê berxwedana gerîla ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker, silav kirin. Hunermendan ragihandin ku dewleta tirk bi êrişan dixwaze çand û xwezayê tine bike, lewma divê her kes xwedî helwest be

 

.Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran, bi biryardarî dewam dike.

Hunermendên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anîn ziman. Daxuyanî li navenda Çand û Hunerê ya Şengalê hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê hunermend Hesen Emo ve hatî xwen din de, ev tişt hatin gotin; “Dewleta Tirk demek dirêje çav berdaye ser me û dixwaze gelê me tine bike. Weke DAIŞ destdirêjî li nirx û xwezaya me ya pîroz dikin. Em weke Êzidî 74 ferman bi ser me de hatiye, piraniya wan jî destê dewleta Tirk têde heye û wana kirine.

Em berxwedana gerîla ya hemberî dagirkerên Tirk, silav dikin. Ev êriş li ser xaka Iraqê ye, divê Iraq bêdengiya heyî bişkîne û nebe hevkarê şer. Em bang li PDK’ê dikin, nekeve bin bandora leyîstokan û xwe ji şerek birakujiyê dûr bixe. Em bang li hemû hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê jî dikin, dijî şer xwedî helwest bin.”

ROJNEWS- ÎBRAHÎM ÊZDÎ- ŞENGAL

Show More
Back to top button