Ji Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir pêngava paqijî û dar çandinê

Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir, li gel Meclîsa Gel û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li goristanên Qûba Melek Fexredîn ya dikeve Girê Gewr, pêngava paqijiyê û şitil çandinê dan destpêkirin û ji gelê herêmê jî xwest, dema serdana goristanê dikin, cihên pîroz qirêj nekin.

Îro Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê bi pêşengiya Şaredariya Gel li goristanên Qûba Melek Fexredîn ya dikeve Girê Gewr pêngava paqijiyê û çandina şitlan da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de wê li Goristanên Qûba Melek Fexredîn ya dikeve Girê Gewr nêzî sed şitlên daran li dora rêyên diçin nava goristanan biçînin.

Saziyên Sîba Şêx Xidir ji gel xwestin, cihên xwe yên pîroz ku di dema fermanê de gel xwe spartinê paqij bihêlin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir Cemîl Qîranî dazanîn ew hemû gorên li dora Qûba Melek Fexredîn paqij dikin û got: “Emê nêzî sed dar li ser rêyên diçin goristanê biçînin. Em hêvî dikin, dema gelê me serdana vir dikin, kîsên zibil bixwere bînin, bermahiyên xwe ne avêjin nava goristanê. Bi taybet dema tên ser miriyên xwe û di cejnan de baldar bin.”

Hevşaredara Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir Elmas Nayîf jî diyar kir, Qûba Melek Fexredîn di dema êrîşên DAIŞ’ê de hatibûye teqandin û got: “Me li ser vê axê xwîn rijand, ji ber vê hêvî dikin, gelê me dema serdana van cihan dikin, bermahiyên xwe ne avêjin erdê, ji ber ev der cihên me yên pîrozin. Me niha weke Şaredarî li gel Meclîsê û Ciwanan pêngava paqijkirina goristanê destpêkir û em dixwazin vir kesk bikin. Di dema fermanê de me xwe li vî çiyayî girt û parast, lewma divê em van cihên xwe qirêj nekin û biparêzin.”

Endamê Şaredariya Sîba Şêx Xidir Mîrza Xelef jî diyar kir, herêma ku paqij dikin, di dema êrîşên DAIŞ’ê de xwe spartinê û got: “Ev çiya me parast, divê em jî wê biparêzin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button